Di salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes hatin revandin 2023-11-28 14:11:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan û Hiqûqê da zanîn ku dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di nava salekê de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 kes revandine.    Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan û Hiqûqê têkildarî revandinên komî yên ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin raporek weşand. Li gorî nûçeya ANHA’yê; Di nava sala 2023’yan de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 welatî hatin revandin.    Navendê da zanîn ku pêwendiya girtiyan bi malbat û xizmên wan re hene û gelemperiya kesên hatine revandin, hatine girtin.