SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 2024-12-01 15:29:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di rapora xwe de eşkere kir ku di meha mijdarê de 31 zarok û 20 jê jin bi giştî 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.    Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) rapora xwe ya têkildarî meha mijdarê li ser malpera xwe ya fermî parve kir. Di raporê de hate gotin ku 176 jê sivîl bi giştî 746 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hate gotin ku ji sivîlên jiyana xwe ji dest dayin 31 zarok û 20 jî jin in.    Daneyên di raporê de wiha ne:    “*5 sivîlan di girtîgehên rejîmê de bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.    *Zarok û jin jî di nav de bi giştî 10 sivîlan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.    *7 sivîl ji hêla komên muxalîf hatin kuştin.    *Zarokek û jinek bi sedemeke nediyar hatin kuştin.    *4 jê zarok 11 sivîlan di teqîna teqemeniyên berê de jiyana xwe ji dest dan.    *4 jê zarok û yek jê jin 13 sivîlan di encama bomberan û gulebarana hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest dan.    *6 jê zarok û 10 jê jin 51 sivîl hatin kuştin.    *4 jê zarok û 3 jê jin 39 sivîl di bombebaranên ûsyayê de hatin kuştin.    *4 sivîl ji hêla DAIŞ’ê ve hatin kuştin.    *7 jê zarok 3 jê jin bi giştî 16 sivîl di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin.    *3 zarok di bombebarana Tirkiyeyê de hatin kuştin.    *Sivîlek li ser sînor ji hêla cendirmeyên tirk ve hat kuştin.    *2 jê zarok û yek jê jin 10 sivîl di teqînên mayin û EYP’an de jiyana xwe ji dest dan.    *Zarokek jî di nav de 3 sivîl ji hêla çekdarên nasnameya wan nediyar ve hatin kuştin.” Her wiha SOHR’ê îdia kir ku sivîlek jî ji hêla HSD’ê ve hatiye kuştin.    Di raporê de hat destnîşankirin ku 570 kesên ne sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.