'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne' 2024-12-02 09:35:53 STENBOL - Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê Esengul Demîrê bal kişand ser êrişa komên cîhadîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û got: "Em eşkere bibêjin ku êriş bi tevahî li ser gelên herêmê ye." Pevçûnên di navbera Hemas-Îsraîl û Îsraîl-Libnanê de bû sedema destpêkirina pevçûnên rawestandina şer li Sûriyeyê. Koma cîhadî ya ku wekî baskê Sûrî yê El-Qaîde tê naskirin, ku di sala 2017'an de navê xwe yê El-Nusra guhert û kir Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û grûpên paramîlîter ên bi piştgirîya Tirkiyê di 26'ê Mijdarê de dest bi êrişa li ser Helebê kirin. Komên cîhadîst ên bi piştgiriya Tirkiyeyê ku Heleb ji hêzên rejîmê standibûn, berê xwe dan Hama û Humûsê. Kurdên ku di dema êrişa dewleta tirk a li ser Efrînê de koçî Tel Rifatê kirin û kurdên li Taxa Şêx Mexsûd a Helebê di bin gefa komên ser bi Tirkiyê de ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî amadekariyên xwe yên li dijî metirsiyên şer ên li herêmê didomînin.     Endama Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîrê bandora pevçûnên li ser gelên herêmê nirxand û diyar kir ku bi êrişan re Îsraîl dixwaze li Rojhilata Navînê bi kêmkirina bandora Îran û Rûsyayê re ji xwe re cih çêbike. Esengul Demîrê da zanîn ku ev êriş wekî rewşeke ku rêxistinên cîhadîst ji nû ve xwe birêxistin kirine û dest bi êrişan kirine nayên ravekirin û got: "Bi taybetî bi êrişa Helebê re dibe ku were fikirîn ku hêza rejîma Sûriyeyê qels bike û bandora wê ya li wê herêmê bişikîne. "   Esengul Demîrê diyar kir ku divê ev êriş tenê wekî lawazkirina hêza rejîma Sûriyeyê neyê nirxandin û diyar kir ku êrişên li ser Helebê yekser piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de pêk hatine. Esengul Demirê got: "Divê em bifikirin ku li vir planeke din ketiye meriyetê. Dema ku em lê dinêrin ev kom kî ne, profîlên wan çi ne, komên çawa ne, em dikarin bibêjin ku ew komên ku ji aliyê DYE'yê ve tên destekkirin. Serokê HTŞ'ê di demên nêz de bi yekîneyên îstîxbarata amerîkî re hevdîtin pêk anî. Piştî van hevdîtinan êrişî Helebê hat kirin. Ev kom ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên destekkirin. Ji ber vê yekê dibe ku ev êriş wekî tevgereke DYA'yê û Îsraîlê ku dixwazin dirûv bidin siyaseta Rojhilata Navînê bên xwendin."   'TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE KOMÊN CÎHADÎST'   Esengul Demîrê diyar kir ku di êrişê de mudaxileya Tirkiyeyê jî heye û got ku Tirkiye piştgiriyê dide van komên cîhadîst û bi her awayî piştgiriyê dide wan. Esengul Demîrê destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîlliyê û naxwaze kurd li Sûriyeyê destkeftiyan bi dest bixin û got: "Tirkiye dixwaze otobanên M4 û M5 bixe bin kontrola xwe. Kontrolkirina van rêyan tê wateya kontrolkirina herêmê. Armanceke din a ji nû ve çalakkirina sînorên Kerkûk û Mûsilê jî ew e ku Tirkiye naxwaze li derveyî vê pêvajoyê bimîne. Tirkiye vê pêvajoyê wekî firsendekê dibîne û dibe ku bi rêya komên di bin kontrola xwe de êrişî Kobanê bike. Yanî di demeke wiha de ku komên cîhadîst di dewrê de ne, Tirkiye bi dorpêçkirina herêmên di destê kurdan de ne dixwaze xwestekên xwe pêk bîne."    BANDORA ŞER A LI TIRKIYEYÊ   Esengul Demîrê anî ziman ku geşbûna şerê li Sûriyeyê rasterast bandorê li gelên Tirkiyeyê dike û wiha got: "Tirkiye piraniya budceya xwe ji bo li vir cihekî ji xwe re ava bike bi kar tîne. Ji bilî dijminatiya xwe ya kevneşopî ya li hemberî kurdan û perspektîfa ku divê kurd tiştekî bi dest nexin, dixwaze li Rojhilata Navînê bibe diyarker. Tirkiye ev 10 sal in bi taybetî di polîtîkaya derve de hewl dide cihekî ji xwe re çêbike û heta niha jî vê helwesta xwe diparêze. Ev nêzîkatî bêguman dibe sedem ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk mezin bibin û veguherin rewşên ji hev cuda. Ev jî dê aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ji ber pêkhateyên cîhadîst ên ku bi wan re hene têk bibe, li vir cih ji wan re tê vekirin û dê aramiya gelên herêmê têk bibe. Ev pêkhateyên ku di warê ewlehiya navxweyî de jî pirsgirêkan derdixînin holê, ji ber budceya ku ji bo şer hatiye terxankirin, em rastî xizaniyeke cidî tên. Sedemên sereke yên enflasyona ku em îro pê re rû bi rû ne, ji ber budçeya ku Tirkiye di şer de razandiye bi xwe ye. Ji ber vê yekê dewleta tirk ji bo polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê bidomîne, biryarên ku alozî û aştiya navxweyî ya li welêt têk bibe, digire."   Esengul Demîrê diyar kir ku dagirkirina cihên niştecihbûnê ji aliyê komên cîhadîst ve û serîranekirina rejima Sûriyeyê ya li hemberî vê yekê, wê bibe sedema propagandayeke nû ya cîhadî. Esengulê kirinên DAIŞ'ê bibîr xistin û got ku divê gelên ku li herêmê najîn jî li hemberî vê yekê rabin.