Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin 2024-12-02 10:07:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku berxwedana hêzên QSD’ê berdewam dike û got: “Erka me ya sereke parastina gel e.” Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê pevçûnên li Sûriyê de daxuyaniyek da. Mezlûm Ebdî, diyar kir ku piştî artêşa Sûriyê û hevalbendên wê têk çûn, ew hewl didin korîdoreke mirovî ji bo parastina gel vekin.   Fermandarê Giştî yê QSD'ê Ebdî got: "Hêzên me li Heleb, Til Rifat û Şehbayê bi qehremanî parastina gelê me kirin. Lê êrîşên komên çekdar ên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên destekkirin korîdora mirovî ku em dixwazin di navbera herêmên me yên rojhilat û van herêman de çêbikin qut kir."   Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew hewl didin bi hemû aliyên çalak ên Sûriyeyê re têkiliyê deynin da ku ewlehiya gel pêk bînin û wan ji Til Rifat û Şehbayê derbasî herêmên ewle yên li bakurê rojhilatê welat bikin.   Ebdî, da zanîn ku hêzên wan li taxên Kurdan ên Helebê berxwedana xwe didomînin û got: "Erka me ya sereke ew e ku em parastina gelê xwe bikin. Em ê di vê pêvajoya zehmet de gelê xwe bi tenê nehêlin."   Mazlûm Ebdî banga piştgiriya berfireh li civaka navneteweyî kir û destnîşan kir ku pêwîste gavên lezgîn ji bo ewlehiya gel werin avêtin.