Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin 2024-12-02 13:24:16 COLEMÊRG - Li gelek gund, zom û zozanên girêdayî navçeya Geverê bi tevlibûna leşker û cerdevanan ji du baskan ve operasyona leşkerî hate destpêkirin.  Dewleta tirk li navçeya Geverê ya Colemêrgê serê vê sibehê dest bi operasyona leşkerî kir. Hate ragihandin ku li gelek gundên Geverê ji aliyê bi sedan leşker û cerdevanan ji 2 baskan ve operasyon hate destpêkirin. Hate ragihandin ku opeasyon li bejahiya gundên Memkawa, Mûşan, Nêbari, Bajêrge, Kelê, Xurekan Seyîda û Xurekana Temo hate destpêkirin. Li gorî agahiyan; hêzên leşkerî ji warê axa, warê keska û Serrazayê derbasî bejahiya Memkawa û ji Dola Qubê jî derbasî gundê Nêbarî bûne.   Ji serê sibehê ve helîkopter û wesayitên zirxî sewqî herêmê têne kirin.   LI GELIYÊ DIRIYAN OPERASYON   Her wiha li Geliyê Diriyanê, li bejahiya gundên Bilindbasan, Soryan, Dêlezi, Morê, Şahê û Pagenkê operasyona leşkerî ya 15'ê Mijdarê destpê kir dewam dike.