Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe 2024-12-03 11:06:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand ku hêzên wan li dijî gefa DAIŞ’ê kontrola 7 gundan li xwe girtine û hêzên xwe lê bi cih kirine.  Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî pevçûnên li Dêrazorê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê da zanîn ku hêzên wan li dijî gefên DAIŞ’ê ewlehiya 7 gundan li xwe girtine.    Daxuyaniya li ser malpera înternetê ya HSD’ê hatiye weşandin wiha ye:    “Li rojavayê Sûriyeyê di demên dawî de gelek bûyer diqewimin û heta herêmên çolistanî bandorek wan a cidî heye. Lewma ji ber van bûyeran metirsî heye ku bi taybetî li bakur û rojhilatê Dêrazorê li deverên ku valahiya ewlekariyê lê heye, şaneyên DAIŞ’ê bikevin nava liv û tevgerê.   Ji ber vê metirsina cidî, em agahdariyê dikin ku hêzên me li gundên Salihiyye, Tabiyye, Hatla, Haşam, Marrat, Mazlum û Huseyniye yên li rojhilatê Dêrazorê berpirsyariya gelên herêmê girtiye ser xwe.     Hêzên me li ser banga gelê herêmê ya li hemberî metirsiya ku çeteyên DAIŞ’ê geşedanên li rojavayê welat ji xwe re bike hincet û tevliheviyan derxîne, li van gundan hatine bicîhkirin.”