Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane 2024-12-03 11:06:51 ENQERE - Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtiyên edlî û siyasî jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Farûk Yazmaci rewşa li girtîgehan weke "komkujiyeke plankirî" bi nav kir. Wezareta Dadê di meha mijdarê de bersiv dabû pêşnûmeyê û diyar kiribû ku di navbera salên 2018-2023'an de 2 hezar û 258 girtî û hikûmxwarên edlî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ku wezaretê di demên berê de parve kiriye û daneyên herî dawî di navbera salên 2002-2023'an herî kêm 5 hezar û 341 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.   Li gorî daneyên di dema wezaretê yên berê de hatine parvekirin; Di sala 2002'an de 89 girtî, di sala 2003'an de 163, di sala 2004'an de 54, di sala 2005'an de 59, di sala 2006'an de 157, di sala 2007'an de 176, di sal a2008'an de 211, di sala 2009'an de 196, di sala 2010'an de 252, di sala 2011'an de 268, di sala 2012'an de 286, di sala 2013'an de 312, di sala 2015'an de 373 û di sala 2016'an de 172 girtiyên siyasî û edlî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.  Nayê zanîn ku di sala 2017’an de çend girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Di navbera salên 2018 û 2023’an de 2 hezar û 258 girtiyên siyasî û edlî jiyana xwe ji dest dane.    Tekana daneyên sala 2024’ê aîdî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye. Li gorî ÎHD'ê di 9 mehên sala 2024 'an de herî kêm 50 girtî jiyana xwe ji dest dane. Gelek ji wan girtiyên nexweş in.   DI SALEKÊ DE 10 MÎLYON SERLÊDANÊN JI BO REVÎRÊ   Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci têkildarî mijarê axivî û pêkanînên li hemberî girtiyan weke "komkujiyek plankirî" binav kir û wiha got: "Fikra ku 'her kes ji dayikbûnê ve xwedî hin mafan e û van mafan bi kar tîne' tune hatiye hesibandin. Dema em daneyan li ber çavan digirin, em bi tabloyeke xirab re rû bi rû ne. Em tenê behsa binpêkirina mafan nakin. Em li vir behsa komkujiyekê dikin.”   Yazmaci der barê daneyên ji aliyê wezaretê ve hatin weşandin wiha axivî: “Ger ku ger yên ku di nava mehekê de ji kesekî zêdetir kesan bikujin re bibêjin kujerên dor bi dor kesan dikujin ez ê behsa çîroka vahn kujeran bikim.” Yazmaci da zanîn ku daneyên heyî ji bo vegotina rastiya li girtîgehan têrê nake û got ku di sala 2023 'an de 10 mîlyon daxwaznameyên mûayeneyê hene. Yazmaci destnîşan kir ku her meh 3 milyon û 115 hezar û 834 daxwaz hatine qebûlkirin û her meh 394 hezar girtiyan serlêdana muayeneya asayî kirine   Yazmaci diyar kir ku hejmara girtiyên ku di sala 2024 'an de daxwazên wan hatin qebûlkirin nîvî kêm bûye û îsal 1 mîlyon 265 hezar 239 girtî dikarin bên muayenekirin. Yazmaci da zanîn ku ji ber "tevdîrên tasarûfê" danê nîvî kêm bûne û wiha got: “Ger tevdîrên teserûfê hebin tê wê wateyê ku dê bijîşk neyên. An jî girtîgeh bi hinceta tevdîrên teserûfê bêyî ku klîmayê bixebitînin dê hawireke revîrê ya sar, qirêj peyda bike.”   LI 405 GIRTÎGEHAN 387 BIJÎŞKÊN MALBATÊ   Yazmaci diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê li 405 girtîgehan tenê 387 doktorên malbatê dixebitin û got, "Daneyên heyî li berevajî gotina wezaretê ya 'Em ji bo her hezar kesên li girtîgehê doktorekî didin' e." Yazmaci da zanîn ku ji bilî xwegihandina tenduristiyê, serbestberdana girtiyan hatiye taloqkirin û înfazên wan hatine şewitandin û got, "Wezaret dibêje min di sala 2013'an heta tîrmeha 2024'an, înfaza 2 hezar 811 dadgerî û 138 sûcdarên terorê taloq kir. Saziya Tipa Edlî serbestberdana 36 girtiyan erê kir lê bi hinceta ‘ewlehiya cemaweriyê’ serbest nehatin berdan. Ji van girtiyan 8 girtî ji ber ku cezayê muebeta giran lê hatine birîn nehatin berdan. Dibêje di sikaretê de bin jî ez bernadim."   ‘POLÎTÎKAYA GAV BI GAV KUŞTINÊ’   Yazmaci diyar kir ku li girtîgehan "polîtîkaya mirinê ya bi demê re" xistine meriyetê û wiha got: "Dema girtiyek diçe revîrê û dixwaze bê mûayenekirin, bi tedbîrên teserûfê tê astengkirin. Piştî 3 mehan wî dibin revîrê. Eger bê dîtin ku li wir tedawî bi temamî nikare bê kirin, nexweş sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Li vir lêgerîna hundirê dev tê kirin.  Piştre li dijî girtiyê ku li dijî lêgerîna hundirê dev li ber xwe daye lêpirsîn tê vekirin. Piştî mehan rêveberiya girtîgehê sewqiyata nexweşxaneyê pêk tîne. Ji ber ku girtî tedawiya bi kelepçe qebûl nake bêyî ku tedawî bikin dîsa dibin girtîgehê.”   ‘NABE KU JIYANA MIROV BIBE MIJARA BAZARÊ’   Yazmaci bal kişand ser raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ku girtî ‘dikare di girtîgehê de bimînin’ û wiha axivî: "Bi vî rengî mirovên di bin berpirsyariya wan de ne dikujin. Ji ber vê yekê ez jê re dibêjim polîtîkayeke kuştinê ya demê hatiye belavkirin. Ji sala 2017'an heta 2020'an ji hezar û 330 girtiyan re got, "Hûn nikarin bên berdan." Ev girtiyên nexweşên giran in, encama vê polîtîkaya kuştinê ye ku bi demê re belav dibe. Hinek girtî piştî ku serbest tên berdan çend meh şûn ve dimirin û hinek ji hene çend roj şûn ve dimirin. Em bûn şahid ku hinek girtî bi tabûtê tahliye bûn. Hinek girtî dema dibirin nexweşxaneyê tahliye bûn û hinekan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.” Yazmacî diyar kir ku li dijî gotina wezaretê ya bi ecele xwe miriye ji sedî 62 mirinan bi guman in û wiha got: “Li gorî daneyan her roj herî kêm kesek di girtîgehan de dimire. Li gorî tespîtên me ji tîrmeha 2023’an dehat meha çileyê 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.”   Yazmaci da zanîn ku dewlet car bi car rewşa girtiyên nexweş dike mijara bazarê û got, “Nabe ku jiyana mirovan bibe mijara bazarê. Abdullah Ocalan di pevajoya salên 2013-2015 de gotibû dewlet dikare tahliyeyan bi destpêkirin û piştre hevdîtina bidomîne. Lê dewletê soza xwe bi cih neanî.”    MA / Omer Gungor