Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan 2024-12-03 16:01:56 DÊRSIM - Pênc kesên şevê din bi hinceta protestkirina tayînkirina qeyûm li Dêrsimê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh bi şev li Dêrsimê 5 kes bi hinceta tev li çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm bûne, hatin binçavkirin. Welatiyên bi navên Ertan Çita, Ozkan Arslan, Ozcan Ateş, Çagdaş Bagaç û Yoldaş Toka piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê, bi şertê kontrola edlî biryara berdana wan da.