ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-30 09:00:23   * Di sala 2024’an de 164 serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo Îmraliyê bêbersiv hatin hiştin, ji çar aliyên cîhanê bi milyonan kes tevahiya salê daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka kurd’ qîriyan.   * Abdo Yaginli di sala 1995’an de hate windakirin. Tevî ku cerdevanan îtîrafa “me kuştiye” kiribû jî lêpirsîna derheqê Yaginli de bi hinceta demborînê hate girtin.    * Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Qamişloyê dê îro jî bidome. (12.00-16.00)    * Tenduristvanên di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîr a Şirnexê de hatin qetilkirin dê li ser gora xwe bên bibîranîn. (13.00)