Pisûlaya cenazeyê 28 sal in nehatiye dayin 2025-02-04 09:20:27 DÎLOK - Tevî ku cih, dîrok û nexweşxaneya cenazeyê kurê wî birinê diyar e jî Halîl Gokmen ev 28 sal in nikare cenazeyê kurê xwe bigire. Gokmen, pisûleya ji bo dayina cenazeyê kurê wî jê re hatiye dayin jî her tim bi xwe re digerîne.  Halîl Goken (76) li Dîlokê dijî. Kurê wî Mûrat Gokmen (18) di sala 1996’an de tev li refên PKK’ê bû û salek piştre hate îdiakirin ku kurê wî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Li gel dîrok, cih û nexweşxaneya cenazeyê kurê wî biribûnê diyar e jî ev 28 sal in nikare cenazeyê kurê xwe wergire. Halîl Gokmen, da zanîn ku li navçeya Mezmaxor a Dôlokê dijiyan û kurê wî di sala 1996’an de tev li PKK’ê bû û salek piştre di sala 1997’an de jê re hatiye gotin ku kurê wî li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Gokmen, diyar kir ku ji re gotine cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirine nexweşxaneya li navenda Bedlîsê. Gokmen, destnîşan kir ku polîsên Şaxa TEM’a Dîlokê jê re gotine ku kurê wî jiyana xwe ji dest daye û ev 28 sal in cenaze wernegirtiye.      NEÇAR MA KU LI WÊNEYÊ 16 MIRIYAN BINÊRE    Gokmen, da zanîn ku polîsên hatin malê jê re gotine; “Kurê te li Bedlîsê mir, here cenazeyî bigire” û wiha domand: “Li ser vê yekê ez ji bo hevdîtina bi Serdozgerê Komarê re çûm Bedlîsê. Dema ez çûm hevdîtinê, du kes li wir bûn. Sedema hatine min pirsîn û min jî got ji bo cenazeyê kurê xwe hatime. Piştre gotin ku dê wêneyan nîşanî min bidin û wêne anîn.”    Bi domdarî Halîl Gokmen anî ziman ku li gor agahiyên bihîstiye di pevçûnê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji wan wêneyên 16 kesan nîşanî wî dane. Gokmen, wiha pê de çû: “Ji bo 8 kesên wêneyên wan nîşanî min nedayin jî dozger got; ‘Ew hêj hazir nînin.’ Li ser her cenazeyekî ji 1’ê heta 16’ê hejmar hebûn. Min li tevan nihêrt. Kurê min di nav de nebû. Li bendê mam ku cenazeyên din bên amadekirin. Piştre dozger ji min re got; ‘Em ê cenazeyan nedin. Here mala xwe rûnê.’ Hincet jî weke ‘qedexe’ nîşan dan. Piştre çûm Qereqola Navendî ya Cendirmeyan a Bedlîsê. Li wir fermandarek hebû. Min jê re got ku kurê min miriye lê cenaze nayê dayin. Gelek lênûskên nîşeyan derxist. Ji min pirsî bê ka navê kurê min Mûrat e an na. Min jî got; ‘Belê navê kurê min Mûrat e.’ Piştre ji min re pisûlayek nivîsand. Li ser wê agahiyên nasnameyê yên kurê min hebûn. Got bê ka kurê min li ku miriye û dozger ew li ku defin kiriye. Piştre got ku dosya şandine Wanê. Wê demê hêza min tune bû biçim Wanê, rewşa min a madî baş nebû. Min ji fermandar re got. Ne qereqolê cenaze da min ne jî têkildarî vê li cihekî nûçeyek hate weşandin.”    LI SERGOYA BAJAR HATIYE DEFINKIRIN   Gokmen, da zanîn ku ji qereqolê çûye sûka bajar û wiha got: “Li sûkê kesek hate cem min û pirsiya bê li vir çi dikim. Min jî rewş jê re vegot. Ji min re got; ‘Kemçeyek anîn û ew cenaze anîn navenda bajar û li sergoyê veşartin. Nadin tu kesan.’”    Gokmen, diyar kir ku li ser vê rewşê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê daye. Gokmen, bilêv kir ku bi sala ye bi ser mala wan de tê girtin û ji kurê wî tenê yek wêne jî nemaye. Gokmen, da zanîn ku tenê pisûlaya dîrok û cihê mirinê ya kurê wî li ser hatiye nivîsandin pê re maye. Halîl Gokmen ku ev 28 sal in wê pisûlayê li cem xwe digerîne, got ku dê lêgerîna ji bo dîtina cenazeyê kurê xwe bidomîne.    MA / Ceylan Şahînlî