Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin 2025-03-07 16:10:18   RIHA - Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran di şahiya 8’ê Adarê ya Curne Reş de axivî û wiha bang li dayikên leşker û polîsan kir: “Werin em bi destên hev bigirin û bibin yek.”    Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” de li navçeya Curnê Reş a Rihayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahî tê lidarxistin. Şahî, li Parka Kurd hat lidarxistin û ji navçeyên Rihayê gelek jin tev li bûn. Li qada çalakiyê pankara “Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye meşa me ber bi azadiye ve ye” hat daliqandin.    Jinên ku bi puşiyên bi rengên kesk, sor û zer û cilûbergên xwe yên neteweyî tev li şahiyê bûn, stranên Kurdî gotin û li ber stranan govend gerandin. Jinan, gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Di şahiyê de ji ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû axivî, jin silav kir û 8’ê Adarê pîroz kir.    Hevşaredara Curne Reş Garîp Yeşil bal kişand ser têkoşîna azadiya jinan û di dîrokê de û diyar kir ku heta niha jin gelek bedelên giran dane.    Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî, behsa bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got divê bi taybetî dayik xwedî li vî bangî derkevin. Havva Kiran, bang li dayikên leşker û polîsan kir û got: “Werin em bi destên hev bigirin û ji bo aştiyê têbikoşin.”    Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî destnîşan kir ku Curnê Reş di dîroka têkoşînê cihek girîng girtiye û bal kişand ser berxwedana jinan.    Piştî axaftinan hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Şahî piştî gerandina govendê bi dawî bû.