Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin 2025-11-21 09:08:35 MÛŞ - Ji qurbaniyên Komkujiya Helebceyê yên ku di çarçoveya projeya "Gundbajar" a li Mûşê hat çêkirin û paşê veguherîn kampan çar salan man, tenê gorên wan man. Niha xelkê Mûşê xwedî li van goran derdikeve.  Şopên Komkujiya Helebçeyê ku berdewamiya Komkujiyên Enfalê ye ku ji aliyê Sedam Husên ve di 16'ê Adara 1988'an de hat kirin û wekî yek ji lekeyên reş yên dîrokê tê bîranîn, hîn jî hene.    Bi Komkujiya Helebceyê, berdewamiya Komkujiya Enfalê ku ji aliyê Serokê wê demê yê Iraqê Sedam Husên ve di dema Şerê Îran-Iraqê de li dijî Kurdan hat destpêkirin, qirkirineke pêk hat. 37 sal berê, Sedam Hisên fermana êrişa bi çekên kîmyewî li ser gelê Helebceyê da ku wî ew bi piştgiriya Îranê tawanbar dikir. Di 16'ê Adara 1988'an de, Helebce bi sarîn, VX, gaza demarî û gaza xerdelê hat bombebarankirin. Nêzîkî 5 hezar kes hatin kuştin û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûn. Di dema Komkujiya Enfalê de, 30 navçe û 4 hezar û 500 gund hatin wêrankirin.   Piştî komkujiya Helebceyê, niştecihên jîngehên ku bi çekên kîmyewî hatibûn bombebarankirin, çûn bajarên bakurê Kurdistanê û bi salan di kampên ku li wir hatin avakirin de man. Yek ji van jî, li ser rêya Mûş-Erziromê bû û beşek ji projeya "Gundbajar" bû ku Bulent Ecevît û CHP ya wê demê di sala 1969'an de pêşniyaz kiribû û avakirina wê di salên 1978-79'an de dest pê kiribû.   GORISTAN MAN   Ev dever, veguherî kampeke bi têlên dirandî dorpêçkirî ku kesên ji Komkujiya Helepceyê ya 1988'an a li başûrê Kurdistanê rizgar bûbûn çar salan lê man. Gelê Mûşê ku bi hezaran welatiyan ezimandin, piştî hatina malbatan li seranserê bajêr seferberî îlan kir. Gelê Mûşê xwarin û cil û berg ji malbatan re peyda kirin, bi salan mil bi mil bi qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê re jiyan. Niha ji kesên ku di sala 1992'yan de ji kampan derketine, tenê goristanên wan mane.   GEL SEFERBER BÛ   Her çend goristan ji aliyê niştecihên gundên derdorê Kanîreş, Kijan û Kişiltaxê ve tên parastin jî, îro ew dişibin goristaneke bêkesan. Di goristanê de ku cenazeyên hin kesên ku ji Helebceyê reviyane lê paşê ji ber bandorên kîmyewî û şert û mercên avhewayê yên guherbar mirine hene, niha bi giyayê hişkbûyî hatiye dorpêçkirin. Muhsin Yîgît, şêniyê gundê Kişiltaxê ku ji bo parastina wê pir caran serdana goristana ku li ser deriyê wê bi zaravayê Soranî hatiye nivîsandin dike, anî ziman ku dema wan bihîstiye ku qurbaniyên Kurd ên komkujiyê tên, wan seferberî îlan kiriye û ji wan çi qediyaye birine "gundbajar." Yîgît, got: "Li vir xaniyên yekqatî hebûn. Wê demê, ev dever bi têlên dirandî hatibûn nixumandin. Ew nikaribûn derkevin û bi serbestî bigerin. Piştre xelkê Mûşê bi hev re alîkariya wan kir. Piştî ku demekê li vir man, ew derketin û dest bi xebatê kirin. Ew li gundan belav bûn û wekî karker xebitîn. Wan heta roja ku ew çûn, bêyî ku hewcedariya wan bi kesî hebe, debara xwe kirin."    BANDORA KÎMYEWÎ   Yîgît diyar kir ku kesên ku hatine demeke dirêj di bin bandora çekên kîmyewî de mane û got: "Piştî demekê gelek kesan ji ber van kîmyewiyan jiyana xwe ji dest dan. Me bi xwe dît. Ev yek demekê dewam kir. Hin ji wan di vê goristanê de ne. Hin ji wan jî ji ber xizanî û şert û mercên li vir mirin. Di nav wan de hin kal û pîr jî hebûn. Me ew hemû li vir veşartin. Ew bi zilmeke mezin re rû bi rû man."    Hesen Muhammed Kawa, yek ji wan kesan e ku piştî ku ji êrişên kîmyewî yên Sedam Hisên ji Dihokê hatiye li kampên Mûşê maye. Kawa, diyar kir ku ew heta sala 1992'yan li wir jiyane. Kawa, bilêv kir ku ew di sala 1992'yan de vegeriyane Dihokê, serpêhatiyên xwe yên li Mûşê wiha vegot: "Me rewşa Mûşê nizanibû. Me nizanibû zivistan li wir çawa bû. Lêbelê, tevahiya nifûsa Mûşê ji bo me seferber bû. Em ê qet xelkê Mûşê ji bîr nekin. Em herî dawî çar sal berê hatin vir û hin gor sererast kirin. Ez li Mûşê zewicîm. Hin ji zarokên min li vir zewicîn. Ez jî du sal berê hatim vir. Lêbelê, ji ber berfê ez nekarîm serdana goristanan bikim. Wan kîmyewî li ser me barandin. Balafirên dijmin ji helîkopteran kîmyewî li ser me barandin dema ku em direviyan. Em ji wan reviyan. Me li vir ji ber sermayê hin hezkiriyên xwe winda kirin. Îro, xelkê Mûşê li ser navê me xwedî li goristanên me derdikeve. Belê, goristan hewceyê hin lênêrînê ne. Hin dîwar hilweşiyane. Me dixwest em bikin, lê me nekarî."   MA/Ceylan Şahînlî