Di doza Soma de daxwaza reda dadgerî red kirin

  • rojane
  • 12:40 12 Hezîran 2021
  • |
img

MANÎSA – Parêzerên malbatên karkerên di Kana Komirê ya Soma de jiyana xwe ji dest dan, redda hekîm xwestibûn. Heyeta dadgehê 2 roj beriya danişînê daxwaza parêzeran red kir. 

 
Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014’an de di kana komirê de komkujî pêk hatibû. Di kana komirê de 301 karkerên kanê jiyana xwe ji dest dabûn. Der barê 51 bersûcan de doz hatibû vekirin. 12’emîn Daîreya Dadgeha Bilind der barê bersûcan de biryara xerakirinê dabû. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê ji nûve hatibû destpêkirin. Piştî darizandina dozê ji nûve hatibu destpêkirin, parêzeran daxwaza redda hekîm kiribûn. Heyeta dadgehê 2 roj beriya daniş^na dozê daxwaza parêzeran red kir. Danişîna dozê di 24’ê Gulanê de hatibû dîtin. Parêzeran di danişînê de daxwaza redda hakîm kiribû. Heyeta dadgehê 2 roj beriya danişîna dozê daxwaza parêzeran red kir. 
 
Danişîna dozê dê di 14’ê hezîranê de bidome.