Siyasetvan Ferîdun Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 13:07 12 Hezîran 2021
  • |
img
RIHA - Siyasetvanê kurd Ferîdûn Yazar di salvegera 5’emîn koça dawî de li ser gora xwe hat bibîranîn. 
 
Siyasetvanê kurd Ferîdûn Yazar ê endamê sazûmankariya Partiya Kedê ya Gel (HEP) û serokatiya giştî ya partiyê ku kiribû, di salvegera 5’emîn a koça dawî de ji aliyê hezkirî û hevrêyên xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn li ser gora Yazar a li navçeya Hewangê ya Rihayê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Nusrettîn Maçîn, Dayikên Aştiyê, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, rêveberên HDP’ê, keça Yazar, Rahşan Yazar û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Rêz girtin pêk hat û qerenfîl danîn ser gora Yazar. 
 
Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan diyar kir ku ji bo ew xeyalên Yazar pêk bînin dê têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Parlamenter Nusrettîn Maçîn jî destnîşan kir ku Ferîdûn Yazar yek ji çinarên girîng ên siyaseta kurd bû û îro jî tevî hemû zextan Riha ala têkoşîna te ba dike. 
 
Rahşan Yazar jî anî ziman ji ber ew keça Yazar e kêfxweş e û ji ber ku hişmendiya kurdayetiyê fêrî wê kiriye spasiya bavê xwe kir û wê li her derê di dilê wê de bijî. 
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku Ferîdûn Yazar kesayetek ku tu demê serî i ber zextan netewand û ew remza Rihayê bû û soza bilindkirina ala têkoşîna wî da.