ÎHD: Girtiyê nexweş Kara berdin

  • rojane
  • 14:07 12 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyên nexweş bên berdan û daxuyani dan. Înîsiyatifê xwestin Girtiyê Hikmet Kara bê berdan. 
 
Înîsiyatifa Ji Girtyên Nexweş re Azadî, di hefteya 353'an de çalakiya ji bo girtiyên nexweş bên berdan, li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê berdewam kir. 
 
Înîsiyatifê bal kişand ser rewşa Girtiyê Nexweş Hîkmet Kara yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a wanê. Înîsiyatifê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat diyar kir ku girtiyê nexweş Hîkmet Kara nexweş e û agahiyên ku bi nameyê şandibû parve kir. Kanat, diyar kir ku Kara di nameyê de aniye ziman ku li Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê, teşhîs hatiye kirin û aşkere kirine ku nexweşiyên wekî romatizmalmistrak, dil, mîde, entematoz gastrit pêre heye." 
 
3 CARAN XWÎN ÇÛYE MÎDA WÎ
 
Kanat, anî ziman ku Kara di 1996-97'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri girti ma û wiha got: "Wê demê rakirin nexweşxaya Dewletê ya Çankiri. Heta ku mîda wî şuştun li nexweşxaneyê ma. Di îlon û Cotmeha 2000'an de carek din xwîn çû mîda wî. Li Girtîgeha Ulucanê hat girtin. Piştî mîda wî baş bû, di sala 2013'an de rakirin Girtîgeha Tîpa T a Karabukê. Li vir dîsa xwîn çû mîda wî û rakirin nexweşxaneyê." 
 
NEXWEŞÊ KOAH'Ê YE
 
Kanat, da zanîn ku Kara nexweşê KOAH, kezebê ye û nikare bi hêsanî nefêsê bistîne û wiha lê zêde kir: "Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê, di sala 2018'an de ji bo Kara rapor amade kir. Kanat, divê ji ziravê xwe emeliyat bibe. Berê jî ji mîda xwe emeliyat bû û şaş dirûtibûn. 
 
DIVÊ KARA BÊ BERDA
 
Kanat, bang li rayedaran û parazvanên mafên mirovan kir û xwest Kara serbest bê berdan. Kanat da zanîn ku Kara bi vî şiklî nikare li girtîgehê bimîne û xwest her kes hestiyar tev bigerin.