KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin

  • rojane
  • 12:20 18 Cotmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, diyar kir ku rejîma Îranê di meha îlonê de herî kêm 8 kolberqetil kirine.
 
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), rapora xwe ya meha îlonê ya binpêkirina mafan a li Rojhilata Kurdistanê aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin ku înfaz, binçavkirin, kuştin, îşkence û xwekuştinan di meha îlonê de jî dewam kirine.
 
Di raporê de hat ragihandin ku rejîma Îranê, li herêmên kurdan kesek bi darve kiriye. Di raporê de hate diyarkirin ku 3 girtî di girtîgehan de hatine kuştin û gumana wan mirinan heye. Di raporê de hat ragihandin ku kesek jî bi fîşeka hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest daye.
 
BINÇAVKIRIN Û GIRTIN
 
Di raporê de derbarê girtin û binçavkirinan de jî ev agahî hatine parvekirin: “Me dît ku li Ûrmiye, Senandaj, Kirmaşan, Mahabad, Xurramabad, Îlam, Hemedan û Loristanê welatî tim tên girtin û binçavkirin. 49 welatî, sivîl û aktîvîstên siyasî hatine girtin an jî cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Di vê mehê de li 9 welatiyan cezayê hepsê hat birîn." 
 
Di raporê de binpêkirinên mafan ên ku li mirovên bi navê 'kolber' ku debara xwe bi bazirganiya sînor dikin jî hate vegotin. Di raporê de hat gotin ku di vê mehê de herî kêm 8 kolber hatine kuştin û 6 jî hatine birîndarkirin.