Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn

  • rojane
  • 13:13 18 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED – Di doza ku Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Eşref Mamedoglû dihat darizandin de bi îfadeyên şahidê nepen 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê derket. 
 
Li ser îfadeyên şahidên nepen bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” doz li Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Eşref Mamedoglû hatibû vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Mamedoglû beşdar nebû de parêzerê wî Serhat Eren amade bû. 
 
Di danişînê de dozgeriyê mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û li ser îfadeyên şahidên nepen "Feza" û "Hafiz" xwest Mamedoglû ji “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzer Serhat Eren, li dijî mutalaayê derket û parastina muwekîlê xwe kir û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. 
 
Dadgehê bi angaşta "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mamedoglû birî.