Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir

  • rojane
  • 13:14 18 Cotmeh 2021
  • |
img
ENQERE – Serokê dadgehê beşdarî rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê nebû. Girtiyan ji ber vê yekê diyar kirin ku ew ê parastinê nekin. 
 
Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir. 108 siyasetmedarên ku Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê û rêveberên niha di nav de ne tên darizandin. Siyasetmedar bi hêceta protestoyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê tên darizandin. Rûniştina dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 
 
Gelek parêzer û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê anîn eywana danişînê û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn. Siyasetmedarên ne girtî jî li ewyana danişînê amade bûn. 
 
Ji ber ku serokê dadgehê rapor wergirtiye beşdarî dozê nebû. Şandeyek demkî danişînê birêve bir. 
 
HEJMARA SIYASETMEDARÊN GIRTÎ DERKET 21’AN 
 
Rûniştinê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Serokê dadgehê derbarê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin agahî da û dosyeyên Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel xwend. Di danişînên berê de derbarê aktîvîsta jin Aynûr Aşan de biryara girtinê hatibû dayîn û hat zanîn ku Aşan di çarçoveya dosyeyê de hatiye girtin. Bi girtina Aşan re hejmara yên girtî tên darizandin derket 21 kesan. 
 
Aşan ji girtîgeha lê girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû bi kurdî axivî û diyar kir ku îdianame negihîştiye ber destê wê û ji bo parastinê dema zêde xwest. 
 
JI BER SEROK NEBÛ PARASTINA XWE NEKIR 
 
Pişt re derbarê esasê de ji siyasetmedarên girtî parastin hat xwestin. 
 
Endama MYK’a HDP’ê ya berê Meryem Adibellî bi kurdî axivî. Adibellî diyar kir ku ji bo ew parastina xwe bike amade ye û got: “Ji ber ku serokê dadgehê nîne ez ê vê hefteyê jî parastina xwe nekim.” 
 
Serokê dadgehê yê demkî hatiye wezîfedar kirin jî got: “Ne diyar e ku wê serokê dadgehê kengê were. Ne diyar e ku wê kengê baş jî bibe. Ji ber vê yekê parastina xwe bikin.” 
 
Adibellî da zanîn ku heta serokê dadgehê neyê dê parastina xwe neke. 
 
SEROKÊ DADGEHÊ WÊ HEFTEYEK NEBE 
 
Pişt re parêzer Kenan Maçoglu axivî û got: “Miwekîlên me dixwazin di danişîna ku serok hebe parastina xwe bikin.” 
 
Serokê dadgehê got: “Serok beg emeliyat bûye, ne diyar ku wê kengê were. Yanî vê hefteyê nayê.” 
 
Maçoglû anî ziman ku ew daxwazek maqûl dikin û derbarê nehatine serokê dadgehê de agahî nedane parêzeran û ji bo vê yekê wê bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin. 
 
Parêzer ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serokê dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.