Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike

  • rojane
  • 13:14 18 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Ferît Şenyaşar di roja 224’emîn a Nobeta Edaletê de bang li çapemeniya ku wan paşguh dike kir û wiha got: “Werin em bi hev re vê neheqiyê ji holê rakin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, li pêş Edliyeya Rihayê di roja 224’emîn de didome. Malbat, di saetên serê sibê de hat cihê nobeta xwe ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin û bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe kir. 
 
ÇALAKÎ BERDEWAM DIKE
 
Ferît Şenyaşar, nobeta wan nirxand û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ya li ber edliyeyê di roja xwe ya 224'an de di bin zilmê de berdewam dike. Dozeke me ya rewa heye. 3 mirov li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Niha her kes dizane ku di dozê de destê siyasî heye. Parlementerê ku komkujî pêk anî û malbata wî tê parastin. Ev doz êdî ne dozeke cuda ye, dozeke hemû civakê ye.”
 
DAXWAZA PIŞTGIRIYÊ
 
Şenyaşar, bi bîr xist ku di roja 222'an a Nobeda Edaletê de bi Serokê Partiya DEVA'yê Alî Babacan re hevdîtin kirine û wiha berdewam kir: “Babacan ji me re got ku ew ê dozê ji aliyê hiqûqî ve bişopînin û bi her awayî alîkarîyê bikin. Çi partî dibe bila bibe, em heman piştevaniyê ji her kesî hêvî dikin. Em dixwazin ev neheqî di demekî nêzîk de bi dawî bibe.”
 
MEDYA PAŞGUH DIKE
 
Şenyaşar, destnîşan kir ku roja dest bi têkoşîna edaletê kirin ve çapemeniya nêzîkî desthilatê wan paşguh dike, nabîne û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Hemû civak dozê dişopîne. Çapemeniya ku ne di bin zexta hikûmetê de ye her roj nûçeyan çêdike. Lê medya sereke ji ber ku di bin zexteke siyasî de ye ev 224 roj in me paşguh dike. Ji ber ku ditirsin doza me naînin ser ekranan. Bila netirsin, bila werin em bi hev re vê neheqiyê ji holê rakin.”
 
‘DEWLETA HIQÛQÊ NAXEBITE’
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “''Cihêkariya di pêkanînên hiqûqê yên li ser zemînên îdeolojîk an jî polîtîk de maf û edaletê ji holê radike. Ji ber ku kesên komkujî pêk anîn parlementerêk û malbata wî ne, dewleta hiqûqê naxebite. Tirkiye temaşe dike. Cîhan lê temaşe dike.”