Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir

  • rojane
  • 14:01 18 Cotmeh 2021
  • |
img
AGIRÎ – Mitînga “Banga Demokrasiyê” ku HDP li Agirê li dar dixe, bi bi eleqeyeke zêde ya gel dest pê kir. 
 
Mitînga “Banga Demokrasiyê” ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Agirê li dar dixe, bi bi eleqeyeke zêde ya gel dest pê kir. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku di saetên serê sibehê de li Balefirgeha Agiriyê bi def û zirneyan hatin pêşwazîkirin, bi konvoyeke qerebali derbasî Panosê bûn. Piştre ji Panosê jî derbasî navenda Agiriyê bûn. Welatiyên ku tên mitînga li Qada Newrozê ya Agiriyê, di nûqteyên lêgerînê de ketin qadê. Hejmara kesên ku tên qada mitîngê ya coşeke mezin lê heye her ku diçe zêde dibin. 
 
Hurgulî tên…