Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn

  • rojane
  • 14:13 18 Cotmeh 2021
  • |
img
RIHA - Parlementerê CHP’ê Mahmût Tanal, ji bo ku bêedaletiyên malbata Şenyaşar dijîn di cih de werin lêkolînkirin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê da. 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Mahmût Tanal, serpêhatiyên malbata Senyaşar ku di encama êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de 3 xizmên xwe winda kirin, bir rojeva Meclîsê. Tanal bi daxwaznameyekê serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da û diyar kir ku pêvajoya darazê ya ji bo êrîşên di 14 'ê Hezîrana 2018'an de pêk hatine, nehatiye birêvebirin. 
 
Tanal, bi bîr xist ku Emîne Senyaşar û kurê wê Ferît Senyaşar ji 9 'ê Adarê ve li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digirin û di daxwaznameya xwe de cih da van gotinan: “Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar a bi mehan e ku weke jin, dayik û hevjînekê tê meşandin, bûye sembola bêhiqûqiya ku bi zimanê siyasetê û bi destê darazê li Tirkiyeyê hatiye afirandin. Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar ên ku ji ber edaleta ku destpê kirine rastî lêdan, zordariyê hatin û hatin binçavkirin, li baxçeyê edliyeyê jî destûr nehat dayîn û dema xwestin bi dozger re bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin dozger tu carî hevdîtin qebûl nekir. Ji ber kesên êrîş pêkanîne ji aliyê siyasî ve tên parastin, darizandineke adil nehatiye kirin.  Piştî ku li nexweşxaneyê tedawî dibûn, endamên malbata Senyaşar dîsa rastî êrîşa nêzî 30 êrîşkarên ku hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin. Gelek îdîayên giran hene ku kesên birîndar bûne dîsa rastî êrîşê hatine û di îdîanameyê de navê gelek êrîşkaran jî nehatiye diyarkirin. Ji bo tespîtkirina van hemû îdîa û detayên bûyerê û qeydkirina binpêkirina mafan, daxwaz dikim ku Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan li cihê bûyerê tespîtan bike û bikeve nava tevgerê.”