Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin

  • rojane
  • 16:12 18 Cotmeh 2021
  • |
img
 
ŞIRNEX - Li navçeya Elkê salvegera damezrandina HDP'ê ya 9'emîn bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê salvegera 9’emîn a damezrandina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî li cadeya Sergiyê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz, Hevşaredara  Silopiya Adalet Fîdan, rêveber û endamên navend û navçeyê yên partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên HDP'ê hat xemilandin. Jin bi kincên xwe yên netewî tevlî pîrozbahiyê bûn.
 
Pîrozbahî bi govendê dest pê kir. Piştî gerandina govendê Hevseroka HDP'a Elkê Beybûn Aslan axivî. Aslan, salvegera HDP'ê ya 9'emîn pîroz kir û got ew ê di her şert û mercan de têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'BI HEZARAN HEVALÊN ME DÎL HATINE GIRTIN' 
 
Piştre Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz, jî bal kişand ser girîngiya damezrandina HDP'ê û wiha axivî:" HDP ne 9 sal e ava bûye. Lê HDP mîrasa bi hezaran salan e. Îro bi hezaran hevalên me di girtîgehan de dîl hatine girtin. Ji ber ku mafê xwe dixwazin û ji bo gelê xwe tedikoşin hatin girtin. Îro desthilatdariya AKP'ê û şirîkê wê MHP'ê êrişen bêehlaqî li dijî gelê me dide meşandin. Lê em gelek serbilindin ku dayikên me yên bi rûmet, ciwanên me yên hêja û gelê me yê berxwedêr çok nedanî hene."
 
'EM Ê BI HEVRE WAN TÊK BIBIN' 
 
Kaçmaz, bal kişand ser doza girtina HDP'ê û got: "Weke her carê me gotî, HDP ne deriye ku hûn bigirin.HDP li ser êş û kulên vî gelî ava bûye. HDP'ê ji mîrasa têkoşîn û berxwedanê sûd girtiyê. Yê ku dibêjin em ê HDP'ê bigirin ew bi xwe têk diçin. Tenê tiştek destê wan de maye ew jî xwelîseriya wan e. Îro wexta wan hatiye. Em ê bi hevre wan têk bibin û bi serbikevin. "
 
Piştî axaftinan pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.