Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin

  • rojane
  • 17:13 18 Cotmeh 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Necla Atak a li Girtîgeha Kandirayê Tîpa F a Hejmara 1'an tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Atak, diyar kir ku di nîvê şevê de bi ser qawişan de girtin û anî ziman ku zarokên biçûk ên li qawişan gelekî tirsiyan. 
 
Necla Atak a li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Tîpa F a Hejmara 1'an girtî ye, di telefona heftane ya bi malbata xwe re axivî behsa zextên li girtîgehê kir. Atak, diyar kir ku gardiyanan di nivê şevê de bi ser qawişan de girtin. 
 
DE SERDEGIRTINAN DE ZAROK DITIRSIN
 
Atak, a duh (17’ê Cotmeh) bi telefonê bi malbata xwe re axivî tiştên qewimîne wiha vegotin: “Zextên li girtîgehê zêde bûne. Girtiyên ku ji Girtîgeha Kirikaleyê sirgûnî vir bûn, rastî tundiya fîzîkî hatin. Piştî sirgûnan li girtîgeha ku em lê dihatin ragirtin zext zêde bûn. Gardiyan dibêjin, 'ev rewş ne dirêdayî girtîgehan e, fermaneke bi vî rengî heye, divê em fermanan pêk bînin'. Nîvê şevê bi ser qawişên me de digirin. Girtiyên ku zarokên wan hene. Zarok hem jê bandor dibin û hem jî pir ditirsin.
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Li hemû girtîgehên ku girtî lê dimînin zext zêde bûne. Di çarçoveya Plana Çokdanînê ya li dijî gelê kurd, li girtîgehan jî polîtîkayek xistine meriyetê. Di vî warî de lazim e hemû sazî li dijî van kiryarên nehiqûqî yên li girtîgehê têbikoşin.”