Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan

  • rojane
  • 13:12 5 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngeh û peymangehê careke din daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.
 
Nerazîbûna xwendekarên zanîngehê yên li dijî nedana xerca mehane dewam dike. Îro jî bi vekirina deriyên zanîngehan re xwendekar li zanîngehên Koye, Helebce, Ranye û Qeladizê çalakî lidarxistin. Xwendekar li ber derê zanîngehên xwe kom bûn û bênavber dirûşmeya ‘Em daxwaza mafê xwe dikin’ qêriyan. Tê payîn îro li seranserê Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê çalakiyan li dar bixin û daxwaza dayîna xerca xwe ya mehane bikin.
 
Heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê guh nedaya daxwazên xwendekaran. Hêjayî gotinê ye beriya 2 hefteyan li seranserê Herêma Kurdistanê xwendekar rabibûn ser piya. Lê hikumetê bi binçavkirina xwendekaran bersiva daxwazên wan dabû. Heya niha jî gelek xwendekar di bin çavan dene û aqûbeta wan nayê zanîn.