Li Qoserê formên dersên bijarte nedan xwendekaran

  • rojane
  • 22:06 18 Çile 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Li Qoserê li hin dibistanan formên dersên bijarte nehatine dayîn, li hin dibistanan jî formên berê hatine îşaretkirin hatine dayîn. 
 
Kampanyayên ji bo li dibistanan dersa kurdî bê bijartin hatine destpêkirin didomin. Lê hat tespîtkirin ku li dibistanên hin deverên ku kurdî zêde lê tê axaftin, formên dersên bijarte nehatine belavkirin. Yek ji van bajaran jî navçeya Qoser a Mêrdînê ye. Li gor tespîtên ku Egîtîm-Sen a Şaxa Mêrdînê kirine, li Dibistana Navîn a Suleyman Demîrel a Qoserê û Dibistana Navîn a Îstiklalê formên dersên bijarte nehatine belavkirin. Bi tespîtên Egîtîm-Senê derketin holê ku îdareyên dibistanan ên form nedane xwendekaran, wan bi xwe ji dêvla xwendekaran dersên bijarte îşaret kirine. 
 
Hat diyarkirin li Dibistana Navîn a Cumhûriyetê îdareya dibistanê cihên tercîhan îşaret kirine û form wisa dane xwendekaran. 
 
Egîtîm-Sen a Şaxa Mêrdînê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: "Li Mêrdînê îdarevanên hin dibistanan dijminatiya li hemberî kurdî ji xwe re kirine kar sûc dikin." Sendîkayê di daxuyaniya de ragihand ku dê giliyê van kesan bike.