Dr. Salih: Bikaranîna çekên kîmyewî zirareke cidî dide xelkê û herêmê

  • rojane
  • 09:43 19 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bijîşk Yadaşt Salih ê li bajarê Silêmaniyê dixebite diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî bandoreke neyînî li ser tendûristiya herêmê dike û got: "Di demeke kurt de wê organîzmayên şêniyên herêmê zirar bibîne û tune bibin."

 
Operasyona ku Tirkiye di 23’ê Nîsana 2021'an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistana Federal dabû destpêkirin didome. Di operasyona ku ji bejahî û hewayî didome de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Di encama êrişên çekên kîmyewî yên li herêmê tên bikaranîn de heta niha 33 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û gelê herêmê jî ji vê yekê bandor girtiye û bi nîşaneyên nexweşiyên biyanî çûne nexweşxaneyan. Her çiqas ji aliyê Hikûmeta PDK'ê ev yek bê veşartin jî tê diyarkirin ku li gel destpêkirina operasyona Tirkiyeyê di nav gelê herêmê de nexweşiyên cur bi cur rû didin. Bijîjk Yadaşt Salih, derbarê bandora çekên kîmyewî de nirxandin kir. 
 
‘ORGANÎZMAYAN TUNE DIKE’
 
Salih, bal kişand li ser bandora çekên kîmyewî yên li ser herêmê û wiha got: “Nexweşiyên ku li gel bikaranîna çekên kîmyewî dest pê kirine dê mayînde bimînin. Bêguman çekên kîmyewî bandoreke neyînî li ser tendûristiya mirovan û hawirdorê dike. Em dikarin van weke bandorên neyînî yên navberên kurt û bandorên neyînî yên dûrûdirêj kategorîze bikin. Di demeke kurt de wê organîzmayên şeniyên herêmê zirar bibîne û tune bibin. Her wiha gaz û çekên kîmyewî dibe sedema qirêjiya av û hewayê. Di heman demê de wêrankirina xwezayê û tunekirina organîzmayên din. Di pêşerojê de wê bi dehan bandorên din ên neyînî li ser tenduristiya mirovan bike.”
 
‘JI BER BERJEWENDIYÊN XWE BÊDENG DIMÎNIN’
 
Salih, anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikumeta herêmî herkes dikare li herêmê bi rehetî çekên kîmyewî bikar bîne û wiha berdewam kir: “Çekên ku di sala 1988'an de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li dijî Herêma Kurdistanê hatin bikaranîn jî bi daxwaza  rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk pêk hatin. Li gorî min sedema bikaranîna van gazên kimyewî ya li dijî Herêma Kurdistanê û gelê wê ne girêdayî wê yekê ye ku ev hikûmet  nizanin ku bikaranîna çekên kîmyewî ji sala 1925’an ve qedexe ne, berovajiyê wê girêdayî nêzîkatî û polîtîkayên hikumetê ne. Em ne dewletek serbixwe ne û ne xwedî hêzeke xurt a leşkerî ne ku dijmin têk bibin. Lêbelê komek dijminan ku ji bo tunekirina me amade ne hemû sînorên exlaqî yên însanî û hiqûqa navneteweyî derbas kirine û dor li me girtine. Ji ber vê yekê jî kîjan demê bixwazin dikarin bi hêsanî li dijî me bikar bînin. Hêzên navnetewî jî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bêdeng dimînin.”
 
‘PÊŞÎ LI PIRSGIRÊKÊN DERÛNÎ VEDIKE’ 
 
Salih, bal kişand ser nexweşiyên ku piştî çekên kîmyewî bandorê li ser tenduristiya mirovan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman encamên neyînî yên ku me berê nîqaş kirine ne kêmtir in. Her wiha li ser derûniya mirovan jî bandoreke neyînî dike. Di dema dirêj de wê pêşiya pirsgirêkên tenduristiyê yên weke nexweşiyên dil û tansiyona bilind, felca zik, welidîna pitikên astengdar veke. Ji depresyonê bigirin heta ku xwe kuştinê wê bandoreke neyînî bike. Tevî van wê bandoreke xirab li ser xwarin û sewalkariyê jî bike.” 
 
XWEPARASTINA JI ÇEKÊN KÎMYEWΠ
 
Salih, tiştên ku di dema bikaranîna çekên kîmyewî de bên kirin jî wiha vegot: “Prosedurên parastina tendurustiyê yên hêsan hene ku her mirov xwe biparêze. Dema ku rîska gaza kîmyewî hebe divê kes  hewl bide ku bikeve jêrzemîna mala xwe, hemû derî û paceyan  bigire û nehêle ku gaz bikeve hundir. Her wiha divê çend roja jî bi axê re temasa wî nebe. Bi vî awayî dikarin xwe ji rîska gazên kimyewî biparêzin.” 
 
 MA / Zeynep Dûrgût