‘Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwazin Mexmûrê vala bikin’

  • rojane
  • 11:22 19 Çile 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Mexmûrê Mahmût Manak, bal kişand ser zextên di demê dawî de li ser wargehê zêdebûne û wiha got: “Tirkiye, Iraq, PDK û NY dixwaze wargeha me vala bikin.”
 
Di demên dawî de li Wargeha Mexmûr ku kesên ji bajarên Şirnex û Colemêrgê di salên 1990’an de ji ber ferzkirina cerdevantiyê û vala kirinên gundan ên Tirkiyeyê çûn wê derê, zext her ku diçin zêde dibin. Li Wargeha Mexmûrê ku di sala 1998’an de ket bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) û li nêzî navçeya Mexmûr a bajarê Mûsil yê Iraqê hatiye avakirin, jin, zarok û pîr di nav de 12 hezar kes dijîn. Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) piştî êrişa çekdarî ya di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî 3 kesên li sefirxaneya Tirkiyeyê ku li Hewlêrê ye peywîrdar bûn pêk hat, ambargo danî ser Wargeha Mexmûrê. Di vê pêvajoya ku ketin û derketin jî hatin qedexekirin de xwendekaran jî nikarî perwerdehiya xwe bidomînin û çûna nexweşxaneyê ya welatiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hebûn hat astengkirin. Car caran Tirkiyeyê bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî wargehê kir. Gelê wargehê di demên dawî de bi gefên hêzên Iraqê yên têlkirina derdora wargehê û DAIŞ’ê re rûbirû ye. 
 
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Mexmûrê Mahmût Manak, bi lêv kir ku sedemê zext û êrişên li ser wargehê Tirkiye ye. 
 
‘SEDEMÊ ÊRIŞAN TIRKIYE YE’
 
Manak, diyar kir ku bi êrişên SÎHA’yê yên Tirkiyeyê gelek hevalê n wan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku Tirkiyeyê armanc dike ku wargehê bide valakirin. Manak, dazanîn ku PDK bi Tirkiyeyê re tevdigere û wiha axivî: “Tirkiye û PDK ji bo wargehê vala bike zextan li Iraqê dike. Bi derewan hewl didin ku Iraqê qanih bikin ku wargeh ne wargeha penaberan e. Her çiqas me ji van êrişan zirar dît jî negihiştin armanca xwe. Saya berxwedana gelê li wargehê dijî planên wan vala derketin. Lê hêj jî êriş û zext berdewam dikin.”
 
‘PDK HÊJ ZÊDETIR ÊRIŞ DIKE’
 
Manak, helwesta PDK’ê ya li dijî wargehê nirxand û wiha berdewam kir: “Li wargehê Tirkiye ji PDK’ê zêdetir zextan pêk tîne. Weke tê zanîn nêzî sê sal in PDK’ê wargeha me dorpêç kiriye û ambargoyek daniye ser. Ev hewldan perçeyekî konsepta tasfiyekirina wargeha me ye. PDK êdî bi awayekî aşkere dijminatiya xwe dike. Em ê li dijî van planan li ber xwe bidin. Em ji salên 90’an ve li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin jî.”
 
‘IRAQ PERÇEYEKÎ PLANÊ YE’
 
Manak, anî ziman ku tevî dema êrişên di demên dawî de li dijî wargehê pêk hatin rayedarên Iraqê agahdar kirin û dîmen bi wan re parvekirin jî bêdeng man. Manak, bi lêv kir ku dibînin heta niha di navbera Tirkiye, Iraq û PDK’ê de hevkariyek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawî di 27’ê Mijdara 2021’an de hêzên Iraqê xwestin wargeha me bi têlan dorpêç bikin. Beriya niha jî PDK’ê bi gotinên ‘heta em derdora wargehê bi têlan negirin em we rehet bernadin’ gef li me xwaribûn. Ev jî nişan dide ku Iraqê li ser daxwaza Tirkiyeyê û PDK’ê ev gav avêtiye. Gelê me jî ev yek qebûl nekir û li dijî wê derket. Heke Iraq jî di nav plana belavkirina wargeha me de cih negirtibûya wê li dijî van êrişan sekinîbûya.”
 
‘EM MECBÛRIN LI BER XWE BIDIN’
 
Manak, bi bîr xist ku Wargeha Mexmûrê di bin banê NY’yê de ye, di çarçoveya Peymana Mafên Penaberan a NY’yê de hin mafên wan hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “NY niha qebûl dike ku em di bin banê wê de ne. Lê em ji hemû alikariyên mirovî mehrûm hatine hiştin. Herî dawî me ji bo welatiyên me yên mecbûr in biçin dibistan û nexweşxaneyê neyên astengkirin serî li NY’yê da, lê ji ber konsepta heyî NY jî bêdeng e. Ev tiştên diqewimin dide nişandan ku NY jî perçeyekî vê konseptê ye. NY ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan naavêje. Ji ber vê yekê em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku em mecbûr in li ber xwe bidin.”