Rojnameger Daştan: Li Efrînê her tişt bi agahiya NY'ê bû

  • rojane
  • 11:35 19 Çile 2022
  • |
img

RIHA - Rojnameger Nazim Daştan ku dagirkirina Efrînê ya di sala 2018'an de bi qasî 2 mehan şopand, ev tişt got: "Qirkirin di çarçoveya peymanên navneteweyî de hat kirin. Hêzên herêmê jî bûn hevparê vê qirkirinê."

Di 20'ê çileya 2018'an de Tirkiyeyê bi piştgiriyeke navneteweyî li dijî Efrînê êrişeke dagirkeriyê da destpêkirin û bi komên xwe yên paramîlîter re di 18'ê adara heman salê de Efrînê dagir kir. Piştre Tirkiyeyê komên xwe yên paramîlîter li navenda bajar û mavçeyên wê bi cih kir. Ji vê salê ve li Efrînê tacîz, destdirêjî, xesp, dizî, qaçaxiya mirovan, qirkirina dîrok û xwezayê pêk tê. Her wiha bi van êrişên dijî mirovahiyê re li Efrînê demografî jî tê guhertin. Bajarê ku navenda demokrasî, zanîst û perwerdeyê bû niha bûye navenda sûcê qrîmînal û ev yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê qeydkirin.  
 
 
Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ku di 31'ê kanûna 2021'an de aşkera kiriye, ji 18'ê adara 2018'an heta niha 300 hezar sivîl ji Efrînê hatine koçberkirin û ji herêmên cuda 400 hezar kes li Efrînê hatine bicihkirin. Gelheya kurdan ji sedî 25 hat kêmkirin. Di nav 4 salan de 8 hezar û 63 kes hatine revandin, 84 jin hatine kuştin, destdirejî li 70 jinan hat kirin. Li gorî bîlançoye ji 655 welatiyan zêdetir hatine kuştin û 303 zarok û 213 jin jî di nav de 696 kes hatine birîndarkirin.  333 hezar û 900 darên zeytûnan hatine bir3in. 60 cihên dîrokî hatin rûxandin.
 
KARIBÛN DI DU MEHAN DE DAGIR BIKIN
 
Rojnameger Nazim Daştan ku ji roja êrişa dagirkirina Efrînê dest pê kir û heta dawiyê şerê li Efrînê şopand, ji ajansa me re axivî. Daştan, destpêkê qala pêvajoya beriya êrişên dagirkeriyê kir û da zanîn ku ji ber modela wê ya bêhempa ji deverên cuda yên Sûriyeyê bi hezaran kesî berê xwe daye Efrînê û wiha got: "Ji sala 2012'an heta 2018'an rêxistinên mîna DAIŞ, El Nûsra û OSO'yê gelek caran êrişên Efrînê kirin, lê bi ser neketin. Ev hemû êriş jî ji aliye Tirkiyeyê ve dihatin rêxistinkirin. Ji ber ku bi van erişan bi ser neket Tirkiyeyê di 20'ê çileya 2018'an de êrişa dagirkirina Efrînê da destpêkirin. Dema ku êrişan dest pê kir rayedarên tirk gotin ku wê di 24 saetan de Efrînê dagir bikin lê bi berxwedaneke bi qasî 2 mehan re rû bi rû ma. Berxwedanê bi paramîlîterên ku Tirkiye wan xwedî dikir da şikandin."
 
PLANÊN DAGIRKERIYÊ YÊN NAVNETEWEYÎ
 
Daştan, destnîşan kir êrişa dagirkirina Efrînê bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hatiye û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: "Bi taybetî jî bi lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê êriş pêk hat. Amerîka û hêzên Ewropayê jî pitre tevlî bûn. Bêyî destûran van ne pêkan bû ku Tirkiye herêmê dagir bike. Dema ku li Efrînê berxwedan nehat şikandin qirkirinê dest pê kir. Ev qirkirin di çarçoveya peymanên navneteweyî de pêk hat. Hêzên li herêmê jî bûn hevparê vê. Ji ber ku berxwedanê hevsengiya Tirkiye û hêzên navneteweyî xera kir hevdîtinê NY'yê pêk hatin. Di meha yekemîn a êrişan de Tirkiye asê ma û ji Rûsya û welatên Ewropayê alîkarî xwest. 2 hefte dem ji Tirkiyeyê re hat veqetandin da ku rê û rêbazên nû bibîne. Ev hemû bi mekanîzmayeke ku NY'yê jî têde cih girt ve pêk hatin. Li Efrînê agirbest çênebû û hemû ji bo Tirkiyeyê dem veqetandin bû."
 
HEMÛ RÊXISTINÊN OLPEREST CIH GIRTIN
 
Di berdewamê de Daştan, bi lêv kir ku zêdetirî 50 rêxistinan di bin navê OSO'yê de êrişî Efrînê kirine û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Hemû rêxistinên olperest di dagirkeriyê de cih girtin. Di van rêxistinan de komên ku DAIŞ'ê wan bi rê ve biribû jî hebûn. Ev komê yên herî balkêş bûn. Muslîm Şîşanî ku xizmê Omer Şîşanî yê DAIŞ'î ku di êrişên ser Kobanê de cih girtibû jî hebû. Şîşanî bi hemû komên di dagirkirina Efrînê de cih girt. Rêxistinên mîna El Nûsra, Cephet Şamiye, Tûgaya Hamza,  Tûgaya Mûrat, Tûgaya Fatih Sûltan Mehmet ku berê di bin sîwana DAIŞ'ê de bûn jî hebûn. Tirkiye hem di bejahiyê de hem jî di hewa de piştgiriya van rexistinan dikir. Bi vî awayî komkujî pêk hat. Hê jî êriş li Efrînê pêk tên û aqûbeta bi hezaran mirovan nayê zanîn. Her roj bi hezaran dar^ne zeytûnan tên birîn. Li bajar mirov nikare qala mafê mirovan bike. Sûcê şer tê kirin û divê Tirkiye li dadgehên navneteweyî bê darizandin."
 
MA / Emrûllah Acar