Xelkê Amedê: Qeyûm şovê dike lê xebatê nake

  • rojane
  • 13:11 19 Çile 2022
  • |
img

AMED - Ji ber barîna berfê ya zêde bajarê Amedê di bin berfê de ma. Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya qeyûm da û gotin: “Piştî ku însan mexdûr bûn hêj radibin şov dikin.”

Ji duh nîvro ve li Amedê û navçeyên wê berf dibare û di saetên şevê de ji ber barîna zêde hema bêje jiyana li bajêr tevizand. Li hin cihan stûriya berfê gihîştiye 40 santîmetreyî. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye beriya barîna berfê peyama “em ji bo têkoşîna bi berfê re amade ne” dabû, lê di saetên şevê de ji bo paqijkirina cade, kûçe û riyan tu xebat nekir. Heta saetên nîvro tîmên şaredariyê li holê xuya nebûn. 
 
 
Welatiyên ku berfê tesîrek neyînî li ser wan kir bertek nîşanî şaredariya ku tu xebata paqijirina nav bajêr nekir dan. 
 
'ŞOVÊ DIKIN’ 
 
Mûrat Eroglu yê ku esnafiyê dike diyar kir ku wî serê sibehê dikana xwe vekiriye û qala mexdûriya xwe kir. Eroglu anî ziman ku qeyûm bi saetan şûn ve xebat daye destpêkirin û got: “Piştî ku însan şemitîn, ketin erdê û ling û milê xwe şikandin xebat hat destpêkirin. Halbûkî divê duh êvarê dest bi xebatê bihata kirin. Divê ewilî tevdîr bihatana girtin. Saet di nehan de xwê rijandin û paşê ji ber çavan winda bûn. Şovê dikin, navê vê şov e ne tiştekî din e.” 
 
'QEYÛM JI HEQÊ BERFÊ NEHAT DER’ 
 
Eroglu diyar kir ku xelkê Amedê mexdûr bûye û got: “Welatî ji serê sibehê ve li rawestgehan in. Otobus naxebitin, jixwe dolmîş jî nikarin derkevin. Pişt çend salan cara ewil berfek wiha dibare. Berfa salê bû û qeyûm ji heqê berfê nehat der. Şaredariyên gel xizmetê dikirin û xebat dikirin. Lê niha tu tevdîr û xebat nehatine kirin. Amed viya heq nake.” 
 
'QEYÛM RAKETIYE’ 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn jî da zanîn ku şaredariyê wezîfeya xwe nekiriye û got: “Mixabin qeyûm tu amadekariyan nekiriye. Xelk mexdûr bûye û qeyûm jî raketiye.” 
 
XELK LI BI DERFÊN XWE RÊ VEDIKE 
 
Savaş Ozkaya yê esnafiyê dike jî anî ziman ku ew bi derfetên xwe kuçe û ber deriyê xwe paqij dikin û divê qeyûm beriya berfê tevdîran bigirta lê qeyûm ji heqê berfê nehat der û karê xwe pêk neanî. 
 
ÎNSAN TÊN MEXDÛRKIRIN 
 
Berat Kiliç jî anî ziman ku ew bi saetan li rawestgehê li benda dolmîş û otobusan maye û însan tên mexdûrkirin û ev tişt nayê qebûlkirin. 
 
NEGIHÎŞT NEXWEŞXANEYÊ 
 
Hacîre Erdal jî destnîşan kir ku ji serê sibehê ve ew li benda wesayîtê ye ku biçe nexweşxaneyê û ew ji saet neh û nîvan ve li rawestgehê ye lê otobus nehatiye û di serdema şaredariyên berê de xelk wiha nedihat mexdûrkirin. 
 
QEYÛMÊ MÊRDÎNÊ TENÊ BER AVAHIYA XWE PAQIJ KIR 
 
Her wiha li navenda Mêrdînê û navçeyên wê jî barîna berfê bandorek neyînî nîşan dide. Rêya bi sedan gundan li çûnehatê hat girtin. Li navenda bajêr jî çûnehat adeta hatiye asta sekinandinê. Welatî bi derfetên xwe kuçe û ber deriyên xwe paqij dikin. 
 
Li Cadeya 1’emîn a ku diçe Mêrdîna dîrokî xebat nehatiye kirin û gelek wesayît asê man. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal eşkere kir ku xebata vekirina riyan daye destpêkirin.
 
Lê tenê hat dîtin ku tîmên şaredariyê ber avahiya şaredariyê xebata paqijkirinê dikin.