Ji ber straneke kurdî ji parlementera HDP’î re fezleke amade kirin

  • rojane
  • 13:54 19 Çile 2022
  • |
img
AMED - Ji ber di daweteke tevlîbûyî de straneke kurdî hat lêxistin, derbarê parlementera HDP’ê Remziye Tosûn de fezleke hat amadekirin.  
 
Ji ber di daweteke ku tevlîbûyî de straneke kurdî hat lêxistin, derbarê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn de fezleke hat amadekirin. Tosûn, di sala 2019’an de tevlî daweteke li navçeya Hênê bû û ji ber di dawetê de straneke kurdî hat lêxistin Tosûn hat îxbarkirin. Di encama lêpirsîna îxbara ji Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Hênê ya Amedê hat kirin de di 26’ê Mijdara 2019’an de tiştên qewimîn xistin bin girtekê. Li gorî girteka hatiye amadekirin, stranbêjê stran gotine îdia kiriye ku stranên ku naveroka wan propagandaya rêxistinê ne, bi zextên Tosûn û kesên pê re gotiye. 
 
Di encama lêpirsîna hat kirin de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Tosûn de bi daxwaza rakirina destnedayînê fezleke amade kir û şand Meclîsê. Di fezlekeyê de hat îdiakirin ku stranên li ser daxwaza Tosûn û kesên pê re hatin lêxisitn, di çarçoveya bîrdoziya rêxistinê hatine amadekirin, netewperestiya kurd derxistiye pêş, egîdgûna endamên rêxistinê hatiye nişandan û tevlîbûna gel a rêxistinê hatiye teşwîqkirin. Di fezlekê de hat xwestin ku Tosûn bi vî awayî propagandaya rêxistinê kiriye û di çarçoveya xala 83’yemîn a makeqanûnê de destnedayîna wê were rakirin. 
 
‘EM TUCAR SERÎ LI BER BÊHIQÛQIYAN NADANIN’
 
Tosûn a derbarê wê de fezleke hat amade kirin jî wiha got: “Di kesayeta me de dixwazin gelê kurd bitirsînin û qutifînin. Heta niha ji me re bi dehan fezleke amade kirin. Ji ber em li rex Hevserokên xwe yên Giştî sekinin heta gerandina govendê. Hewl didin her xebata em dikin weke sûc nîşan bidin. Bi vê yeke jî dixwazin gel di bin zextê de bihêlin. Bi Doza Kobanê û doza girtinê ev bi awayekî zelal tê dîtin. Dema gotûbehs dibe HDP her tişt qedexe ye lê ji wan re her tişt serbest e. Gelê me di ferqa van tiştên dixwazin bên kirin de ye. Me jî tu caran serî li dijî van bêhiqûqiyan ne danî û em nadanin jî.”