Polîsan nivîsa ji berfê ya li ser dîwar qedexe kir!

  • rojane
  • 13:54 19 Çile 2022
  • |
img

RIHA - Ferît Şenyaşar xwest li ser blokên beton ku berfê lê kiriye nivîsa “Roja 311’emîn” binivîsine. Lê polîsan destûr neda ew nivîs were nivîsandin.

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 317’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên berfê îro nehat cihê nobedê. Lawê wê Ferît Şenyaşar hat ber edliyê û dest bi nobedê kir. Ferît Şenyaşar li ser wan blokên beton ên li ber edliyê ku berfê lê kiribû nivîsa “Roja 317’emîn” nivîsand. 
 
Şenyaşar diyar kir ku di bin zilmê de Nobeda Edaletê didomînin û heta roja ku edalet pêk were wê li ber edliyê bin û dema ku edalet bicih hat wê çaxê dê biçin malê. 
 
POLÎSAN MUDAXILEYÎ NIVÎSA LI SER BERFÊ KIRIN 
 
Polîs hatin cihê nobedê û xwestin ku Ferît Şenyaşar wê nivîsa “Roja 317’emîn” jê bibbe. Polîsan ji bo nivîsê “li ser dîwarê cemaweriyê nivîs nivîsandin qedexe ye” hêcet nîşan dan. Ferît Şenyaşar bertek nîşanî polîsan da û destnîşan kir ku ev biryar biryarek kêfî ye. Pişt re polîsan nivîsê jê bir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyamê belav kir: “Heqîqet di bin berfê de ye. Sibê dema ku berf heliya wê heq cihê xwe bibîne.”