Rojnamevan Orhan Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn

  • rojane
  • 14:29 19 Çile 2022
  • |
img
WAN - Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar li ser xwe ya li Wanê hat bibîranîn. 
 
Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar yê di 19’ê çileya 1993’yan de li ser Cadeya 2’yê Nîsanê ya Wanê hat qetilkirin, di salvegera 29’emîn de li ser gora xwe ya li taxa Xaçortê hat bibîranîn. Malbata Karaagar, rojnamevan, rêveberên DBP, HDP, ÎHD, MEBYA-DER û Goç-Derê beşdarî bernameya bîranînê bûn. 
 
‘EM KUJERAN NAS DIKIN’
 
Rojnamevan Adnan Bîlen di bîranînê de axivî û diyar kir ku Orhan Karaagar heta dawiya jiyana xwe wek neferek çapemeniya azad, generalê Apê Mûsa û berxwedêrek medyayê xebitî. Bîlen anî ziman ku ji bo dîtina kujerên wî derkevin holê bi salan têkoşîn hat dayîn û lê belê kujer nehatin derxistin û got: “Em hemû kujeran nas dikin. Heke kujerên Orhanan bihatana girtin wê yên li pişt wî û Hrant Dînk nehatina qetilkirin. Dîroka çapemeniya azad tev berxwedan û şehîd in. Her cûre rêbazî li ser medyaya azad bikar anîn lê dîsa jî bi ser neketin. Ji îro pê ve jî wê bi ser nekevin û em ê nehêlin ku ev meşale were tefandin. Em di serî de hevrêyê xwe Orhan û tevahiya şehîdên çapemeniyê bibîr tînin.” 
 
‘EM BIBIN YEK’ 
 
Şengul Karaagar a xwişka Karaagar jî axivî û wiha got: “Orhan dizanibû wê were qetilkirin. Dayika min her tim jê re digot, ‘wê te bikujin’. Ohran jî jê re digot, ‘ez dizanim wê min bikujin, ez nekim ê din neke wê kî vî karî bike, wê kî xwedî li vê dozê derkeve’. Em ê heta dawiya emrê xwe xwedî li doza wî derkevin. Em bang li gelê xwe dikin werin em li dijî van polîtîkayên qirêj bibin yek û têbikoşin.” 
 
KUJER DIYAR IN 
 
Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî da zanîn ku kujerên Orhan Karaagar û yên hemû cangoriyan diyar in lê bi zanebûn tên veşartin. 
 
SERDANA MALBATÊ KIRIN 
 
Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl, rojnameyên Yenî Yaşam û Xwebûnê danîn ser gora Karaagar. Piştî bîranîna li gorê beşdaran serdana malbata Karaagar kir. 
 
DFG’Ê DAXUYANÎ DA 
 
Rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji bo bîranînê derket rê ku biçe beşdarî bîranînê bibe lê ji ber muxalefeta hewayê beşdarî bîranînê nebûn. DFG’ê daxuyaniyek nivîskî da û Orhan Karaagar û hemû cangoriyên çapemeniya azad bibîra anî. Her wiha DFG’ê Hrant Dînk ê di 19’ê çileya 2007’an de hat qetilkirin jî bibîr anî.