Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin

  • rojane
  • 15:11 30 Hezîran 2022
  • |
img
ÊLIH - Endama YJA-Starê Esma Afşar a ku di şerê li Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe Êlihê bi girseyî hat veşartin. 
 
Endama YJA-Starê Esma Afşar (Jiyan Amargî) a ku di şerê 21'ê hezîranê de di şerê ku li çoltera Sêrtê de derketibû û jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe li Êlihê hat veşartin. Malbatê duh cenazeyê keça xwe ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê wergirtibû. Malbatê cenaze îro anî Goristana Girbereşk û bi girseyî veşart. 
 
Malbatê di bin dorpêça polîsan de cenaze bir goristanê. Girseya ku kom bûbû jî li deriyê goristanê de hat astengkirin. Tevî hemû astengiyan jî girseye beşdarî merasîma cenaze bû û piştî wecîbeyên olî cenaze veşartin.