Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin

  • rojane
  • 15:42 30 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Dadgehê biryara berdewama girtina girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 26 sal in di girtîgehê de ye û bi kuştina fermandarê artêşa tirk Bahtiyar Aydin re tê têkildarkirin, da. 
 
Danişîna 27’emîn doza girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ku bi kuştina fermandarê artêşa tirk Bahtiyar Aydin ê di 22'yê cotmeha 1993'an de ya li navçeya Licê tê têkildarkirin û cezayê muebbetê lê hatiye birîn li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê hat dîtin. Ozkan û parêzerê wî Çelebî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 
 
Di rûniştinê de dozger xwest ku rewşa girtina Ozkan berdewam bike û li benda biryara beraetê ya derbarê Albayê teqawît Eşref Hatîpoglu yê wê demê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê bû û ji ber kuştina Bahtiyar Aydin dihat darizandin bê sekinîn.
 
Ozkan ê xwest li dijî mutalaaya dozger parastinê bike, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û pirsgirêkên bihîstînê nekarî parastinê bike. Ozkan, tenê karî bêje nexweş e û divê ji dosyayê biryarek were dayîn.  
 
‘TEQEZÊ KU TIŞTÊ JÊ TÊ SÛCDARKIRIN NEKIRIYE’
 
 Parêzer Serdar Çelebî jî diyar kir ku li bende ne ku darizandina beriya 8 salan ji nû ve destpêkirî biryarek were dayîn û bi lêv kir ku doza Licê ya li Îzmîrê tê dîtin têkildarî muwekîlê wî nîne. Çelebî, da zanîn ku li bende mayîna encama doza Licê wê ji bo muwekîlê wî dereng bibe û wiha got: “Weke k udi doza Liceyê de jî tê dîtin teqeze ku tiştê muwekîlê min Mehmet Emîn Ozkan ê 26 sal in di girtîgehê de ye jê tê sûcdarkirin nekiriye.”
 
‘ÊDÎ EV MESELEYEKE ÎNSANÎ Û WIJDANÎ YE’
 
Çelebî ku qala pirsgirêkên tenduristiyê yên Mehmet Emîn Ozkan kirin, bi bîr xist ku herî dawî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora nikare di girtîgehê de bimîne daye Ozkan û wiha berdewam kir: “Êdî ev meseleyeke însanî û wijdanî ye. Muwekîlê min tena serê xwe nikare li xwe binere û ji ber sûcekî ku nekiriye di girtîgehê de ye. Divê Ozkan demên xwe yên dawî li cem malbata xwe derbas bike. Divê ji ber vê înfaza cezayê wî bê rawestandin. Emrê wî têra li benda mayîna dosyaya Îzmîrê nake. Her wiha rawestandina înfazê ne biryareke dawî ye, înfaz dikare bê rawestandin û darizandin berdewam bike. Ji ber sûcekî ku nekiriye bi salane di girtîgehê de ye. Divê ji rûyê wî re wiha bê gotin; ‘Me xeletiyek kir, em înfaza te radiwestînin’ û bişînin mala wî. Heke dê bibe dereng.”
 
RAWESTANDINA ÎNFAZÊ QEBÛL NEKIRIN
 
Şandeya Dadgehê, bi yek dengî biryar da ku girtina Ozkan berdewam bike û danişîn taloqî 10’ê Mijdarê kir. 
 
DADGERÊ JI BIRYARÊ RE ŞERH DANÎ
 
Dadgerê ku ji biryarê re şerh danî, bal kişand ser rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê daye Ozkan. Dadger, dema Ozkan li girtîgehê derbas kir li ber çavan girt û diyar kir ku pîvana kontrola edlî wê di darizandinê de sûda tê payîn bide û divê bê berdan. 
 
PEKOZ: NE LI GORÎ HIQÛQÊ YE
 
Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz ê piştî danişînê li edliyeyê daxuyanî da, diyar kir ku Ozkan tevî nexweşê girane jî nehate berdan û wiha got: “Ev biryar ne li gorî hiqûqê ye ne jî li gorî mirovahiyê ye divê Ozkan demildest bê berdan.”
 
Parêzer Yasemîn Dora Şeker a di danişînê de parastin kir jî diyar kir ku axaftina Ozkan ji ber nexweşiya wî fêm nekirine û wiha got: “Cihê xemginiyê ye ku rapora ATK’ê bi israr tê xwestin. Binpêkirineke giran a hiqûqê heye.”