‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’

  • rojane
  • 16:08 30 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Dayika girtiyê nexweş Hanîfe Gumuş di Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê de axivî û heta ku zextên li ser zarokên wan berdewam bikin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 81’emîn de li ber Dadgeha Bayrakliya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Konak û Torbali piştgirî dan malbatan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. 
 
'TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’ 
 
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz di çalakiyê de axivî û da zanîn ku zarokên wan li hefsan nexweş dikevin, nayên dermankirin û berdan û ew dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye tavilê bên berdan. Poyraz got heta ku zext û îşkence li zarokên wan bê kirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'BILA CENAZE JI HEFSAN DERNEKEVIN’ 
 
Dayika girtiyê nexweş Hanîfe Gumuş jî anî ziman ku 24 sal in lawê wê di hefsê de û gelek nexweşîn lê peyda bûne û tevî vê yekê nayên berdan. Gumuş diyar kir ku ew aştiyê û edaletê dixwazin û naxwazin êdî tu kes bigirî û got: “Zarokên me bi mirinê re rûbirû mane. Em naxwazin cenazeyê kesî ji hefsan derkeve. Bi şer tu kes nagihîje tu cihekî. Em bi telefonan bi zarokên xwe re dixivin, lê telefon di nîvî de tên gutkirin. Em dibêjin êdî bes e. Heta zext û îşkence berdewam bike, dê têkoşîna me jî bidome.” 
 
Malbatan kêliyek çalakiya rûniştinê li dar xist û dawî li çalakiya xwe anîn.