Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin

  • rojane
  • 16:25 30 Hezîran 2022
  • |
img
HATAY - Bi hinceta ku welatiya bi navê Feleknaz Aslan di Newroza 2015’an a li Dortyolê dersoka kesk, sor û zer xistibû serê xwe, derheqê wê de bi îdiaya ‘alaya PKK’ê bi kar aniye’ doz hate vekirin. 
 
Derheqê welatiya bi navê Feleknaz Aslan ku di 22’yê adara sala 2015’an de bi dersoka kesk û sor û zer beşdarî Newroza Dortyol a Hatayê bûbû, bi hinceta “Propagandaya rêxistinê lêpirsîn hate destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Hatayê de, Midûriyeta Emniyetê ya Dortyolê ji bo îfadeyê bang li Aslan kir û piştre jî berda. 
 
JI BO NEWROZA 7 SAL BERÊ DOZ VEKIRIN
 
Dozgeriyê lêpirsîna xwe temam kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îdianame amade kir. Di îdianameyê de şala bi rengên kesk, sor û zer û dersoka ku stêrkên heman rengî li ser bûn weke “alayên PKK/KCK’ê” hatin destnîşankirin û hat gotin ku “sûcê propagandaya rêxistinê” hatiye kirin. Dozgeriyê ji bo Aslan ji salekî heta 5 salan cezayê hefsê xwest. Îdianame ji hêla 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê ve hate qebûlkirin. 
 
DÊ DANIŞÎN BÊ DÎTIN
 
Danişîna derheqê Aslan de dê di rojên pêş de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê bê dîtin. Lê belê di encama muzekkereya dadgehê de, Aslan îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Kargerî ya Dortyolê parastina xwe kir. Arslan, tawanbariyên lê dihatin kirin red kir û xwest ku beraet bike. 
 
Parêzer Mehtap Sert jî diyar kir ku ji hêla usûl û rêbazê de sepanên nerast hene û wiha got: “Dema hêzên ewlekariyê îfadeyê miwekîla min digirtin, jê re negotin ku mafê wê yê wergêr û parêzer heye. Ji ber xwendin û nivîsandina wê tune ye, şopa tiliyê hatiye girtin. Miwekîla min di Newrozê de bi serê şaleke dirêj girtiye û destûra vê pîrozbahiyê jî qeymeqamtiyê bi xwe da ye. Di heman demê de pîrozbahî tenê ji guhdarîkirina stranan û govendê bisînor bû. Tawanbariyên tên kirin ber sûc nakevin û beraeta miwekîla xwe dixwazim.”