Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an

  • rojane
  • 16:30 30 Hezîran 2022
  • |
img
EDENE - Polîsan navenda wê Edene di 27’ê hezîranê de li 5 bajaran bi ser malan de girtibûn. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Tacettîn Başar li Amedê hate binçavkirin. Ji bo dosyayê biryara sînordarkirinê hate dayîn û hejmara binçavkiriyan derket 37’an. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de di 27’ê hezîranê de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Edene, li Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser gelek malan de hate girtin û 36 kes hatin binçavkirin. Tacettîn Başar ê derbarê wî de biryara binçavkirinê hebû pêr di serdegirtina malê ya Amedê de hatibû binçavkirin û anîn Edeneyê. Bi Başar re hejmara binçavkiriyan derket 37’an. Hate diyarkirin ku kesên di bin çavan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin, di çarçoveya dosyaya biryara nepentiyê li sere îfadeyên wan hêj nehatine wergirtin û  ji aliyê parezeran ve hate ragihandin ku jineke biryara binçavkirina wê heye hêj tê gerîn. Li aliye din Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar a Edeneyê, li ser daxwaza dozgeriyê, dema binçavkirina 36 kesan îro 4 roj din dirêj kiribû. 
 
Navên kesên di bin çavan de wiha ne: Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çûkûrovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Bûyrûk û xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê Îlyas Arzû, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Ûzûn, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Ayşe Irmak, Şîrvan Aksoy û Tacettîn Başar.