Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin

  • rojane
  • 16:47 30 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Nûn a Ji Bo Azadiya Ocalan, ji DMME’yê re xwest ku Ocalan bê berdan û ji CPT’yê re jî xwest ku serdana Girtîgeha Îmraliyê bike. 
 
Înîsiyatîfa Nûn a Ji Bo Azadiya Ocalan, qedexeya 3 mehan a hevdîtinê ku ji Rêberê PKK’ê Abdûllah Oclan ê li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin de hatibû birin şermezar kir û bang li DMME’yê û CPT’yê kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. 
 
Înîsiyatîfê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Înîsiyatîfê diyar kir ku pergala daraza Tirkiyeyê binpêkirinan çareser nake, cezayê ku di 31’ê Gulanê de li Abdûllah Ocalan û li 3 girtiyên li Îmraliyê tên ragirtin hatiye birîn destpêka van binpêkirinane û da zanîn ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve ev pêkanîn berdewam dikin. 
 
Înîsiyatîfê di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi salan e nahêlin parêzer bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û carinan jî muxalefeta hewayê û carinan jî sepanên kêyfî yên rêveberiya girtîgehê weke hinceta vê tên nîşandan. Tevî ku mafê girtiyan heye bi malbatên xwe re hevdîtinê bike jî, Birêz Ocalan bi malbata xwe re kêm caran hevdîtin kiriye. Em cezayên dîsîplînê yên li ser Birêz Ocalan ê ku doza gelên bindest temsîl dike û çareseriyê ji hemû gelên li herêmê re pêşkêş dike, weke binpêkirina mafên girtiyan bi nav dikin.”
 
BANG LI CPT’YÊ Û DMME’YÊ HATE KIRIN
 
Înîsiyatîfê bang li rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî û li aliyan kir û xwest ku Tirkiye li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigere û Ocalan li gorî hukmê berdana girtiyên 20 salan hikum lê hatiye birîn bên berdan. 
 
Înîsiyatîfê bang li CPT’yê jî kir û xwest ku CPT’ê serdana Ocalan bike û rewşa wî ya tenduristiyê ji rayagiştî re parve bike.