Defînegeran goristana suryanan rûxand

  • rojane
  • 16:57 30 Hezîran 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Goristana suryanan a li Midyadê ji hêla defînegeran ve hate texrîbkirin. 
 
Goristana suryanan a li Taxa Enhel a Midyad a Mêrdînê ji hêla defînegeran ve hate texrîbkirin. Ji ber Covîd-19’ê ev nêzî sê sal bûn suryanan nedikariyan biçin serdana goristanê. Welatiyên ku di 29’ê hezîranê de ji bo bîranîna Mor Favlus û Mor Fetrus çûbûn serdana goristanê, dîtin ku gor hatine texrîbkirin. Hat zanîn ku gora jineke ku nêzî 4 sal berê li goristanê hatiye definkirin, ji hêla defînegeran ve hatiye kolandin û hestiyên wê ji gorê hatine derxistin. Li ser vê yekê jî welatiyan agahî dan cendirmeyan. 
 
Di encama lêkolîna li cihê bûyerê de derket holê ku gor ji demekî zû ve hatiye texrîbkirin.