RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir

  • rojane
  • 23:12 30 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - RTUK'ê li Tirkiyeyê malperên DW Turkçe û Amerikan'in Sesi asteng kir. 
 
Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) vê êvarê malperên nûçeyan ên Amerikan'in Sesi (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW) li Tirkiyeyê asteng kir. Her du malper bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 1'ê ya Enqereyê hatine astengkirin.
 
RTUK'ê di 9'ê Sibatê de ragihandibû ku ji bo wergirtina lîsansê sê roj muhlet daye Amerîkan'in Sesî, DW Turkçe û Ewuronews Turkçeyê û gotibû ger lîsansê wernegirin dê malperên wan asteng bike.
 
Endamê RTUK'ê Îlhan Taşçi li ser hesabê xwe yê medyaya sanal astengkirina malperên nûçeyan ên navborî bi van gotinan ragihand: "A ji te re azadiya çapemeniya û demokrasiya pêşketî!"