Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike

  • rojane
  • 13:09 29 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - Malbata Şenyaşar a çalakiya Nobeta Edaletê didomînê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Rayedarên ku nikarin edaletê pêk bînin bila şerm bikin. Feraseta cihêkariyê dike û wek ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike.” 
 
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 631’emîn de berdewam dike. Malbata ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Tov biçîne, ger şîn nebe bila ax şerm bike. Daxwaza dayikê edalet e, rayedarên ku edaletê pêk naînin bila şerm bikin. Feraseta ku cihêkariyê li welatiyan dike, ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike.”