Rojnameger Nedîm Turfent hat berdan

  • rojane
  • 13:15 29 Mijdar 2022
  • |
img
XARPÊT - Nûçegihanê DÎHA'ye Nedîm Turfent ku li Girtigeha Tîpa K-1 a Depê ya Xarpêtê dihat ragirtin, hat berdan.
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent ku di Girtigeha Tîpa K-1 a Depê ya Xarpêtê  dihat ragirtin, piştî 6 sal 6 meh an hat berdan. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Xebatê ya Medya û Hiqûqê, hevalên Turfend ên rojnamevan û malbata wî ew li ber girtîgehê pêşwazî kirin. 
 
'ZEXTÊN LI SER ROJNAMEGERAN HÊJ BERDEWAM DIKIN'
 
Turfent, ê piştî demekî dirêj ji girtîgehê derket, bi lêv kir ku girtîgeh ji bo wî bû tecrûbeyek û wiha got: "Me hevalên nû naskirin. Bi rastî mirov nikare derketina ji zindanê wekî azadiyê bibîne. Azadî tiştek cuda ye. Azadî ne girêdayî dîwarane." Turfent, da zanîn ku ji ber hin nûçeyên wî desthilat aciz kir ew hate girtin û wiha berdewam kir: "Çend sal derbas bûn jî hêj nêrîna desthilatê ya li ser rojnemavanan berdewam dike û zext zêde bûne. Beriya çend mehan 9 rojnamevan hatin girtin ev diyar dike ku nêrîna desthilatê ya li ser rojnemavanan berdewam dike. Li gorî min ev nêrîn ne ya desthilatê tenê ye. Rexistinên ji bo mafê mirovan dixebitin, dema ku rojnamerên kurd tên girtin ker, kor û lal dibin. Lê dema yên wan tên girtin dengê xwe bilind dikin, ev mijara rexneyêye. Divê ev mijar li ber çavan re bê derbas kirin."
 
 
8 SAL Û 9 MEH CEZA
 
Tûrfent di 12'ê Gulana 2016'an de dema ji navçeya Geverê diçû Wanê hatibû binçavkirin û di 13ê Gulana 2016'an de ji ber hin nûçe û îfadeyên şahidên veşartî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê di 15'ê kanûna 2017'an de di danişîna 5'emîn de biryarê xwe dabû û 8 sal û 9 meh cezayê hefsê li Turfent birîbû. Turfent dema hate girtin ji Colemêrgê şandibûn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. Turfent pişt re di 23'yê tebaxê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê sewqî Girtigeha Tîpa K-1 a Depê ya Xarpêtê hatibû kirin.