Nobeta Edaletê: Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike

  • rojane
  • 15:12 29 Mijdar 2022
  • |
img
 
ÎZMÎR – Xizmên girtiyan di Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de diyar kirin ku bi çalakiya xwe li dijî zilm û şer li ber xwe didin û wiha gotin: “Tekane daxwaza me ew e ku dewlet bi qanûnên xwe bike.” 
 
Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin û rakirina tecrîda li ser girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 143’yan de li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Bibin dengê zindanan” û “Bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji şer re na û aştî a niha” hatin berzkirin. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bucayê jî piştgirî dan malbatan. 
 
Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Fehîme Poyraz axivî û wiha got: “Ev nêzî 3 meh in em Nobeta Edaletê didomînin. Em dixwazin ku daxwazên me qebûl bikin. Em dixwazin girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Daxwaza me maf, hiqûq, edalet û aştî ye.” 
 
‘ÊDÎ BES E JI VÊ ZILMÊ RE’ 
 
Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş jî diyar kir ku ew bi çalakiya xwe li dijî zilm û şer li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Tekane daxwaza me ji dewletê ew e ku bi qanûnên xwe bike. Bila aştî, edalet û biratiya gelan pêk bê. Bila ne leşker û ne jî zarokên me bimrin. Bila kesek nemire. Bila girtîgeh bên valakirin. Êdî bes e ji vê zilmê û komkujiyan re. Ne zarokên kesên zilmê dikin lê yên hejaran tên kuştin. Daxwaza edalet û aştiyê bikin. Em daxwaza aştî û edaletê dikin. Bila kesên li dijî vê zilmê bêdeng dimînin jî rabin ser pêyan û dengê xwe bikin.”