Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin

  • rojane
  • 15:28 29 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Bi hinceta ku di qawîşa wî de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hatiye dîtin, 2 sal cezayê hefsê li rojnameger Îsmaîl Çoban hat birîn. Ji ber ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara taloqkirina cezayê Çoban a ji dosyayeke cuda betal kir, danişîna doza wî hat dîtin û danişîn hat taloqkirin. 
 
Li Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat ê berê rojnameger Îsmaîl Çoban ku li Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, bi hinceta ku di qawîşa wî de “rojnameya qedexe” hatiye dîtin, 2 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn û ev cezayê wî teqez bû. Her wiha 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî di bi sedema weşanên Azadiya Welat ên di navbera 4’ê îlonê û 1’ê mijdara 2014’an de, derheqê Çoban de doz vekiribû û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 8 meh û 25 roj cezayê hefsê dabû. Lê înfazkirina vî cezayî taloq kiribû. 
 
8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Tarsusê ji ber cezayê salek û 8 meh û 25 rojan, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îxbara Çoban kir û wiha got: “Ji ber ku ‘eşyayên qedexe xistine girtîgehê’, 2 sal ceza li Çoban hatiye birîn. Lewma jî divê Çoban dîsa were darizandin.” 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî ev îxbar qebûl kir û biryara xwe ya “taloqkirina ceza” betal kir û biryara jinûvedarizandinê da. Danişîna ewil a vê dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Çoban, ji Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Gurgumê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerê Çoban, Resûl Tamûr jî di danişînê de amade bû. Piştî tespîtkirina nasnameyê jî Çoban parastina xwe bi kurdî kir. Çoban, wiha got: “Ez berê aboneyê van rojnameyan bûm û dihatin girtîgehê. Piştre jî ev rojname hatine qedexekirin lê haya min jê nebû. Min ev rojnameye dema li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tarsûsê standibûn. Ji bo ku bibin abone, rêveberiya girtîgehê daxwaznameyê dide me. Ez qebûl nakim ku rojname bi rêyên fermî bên îllegalîzekirin û bên sûcdarkirin.”
 
‘HATINE PAŞGUHKIRIN’
 
Parêzer Resûl Tamûr jî li dijî rewşê derket û wiha got: “Ji bo weşanên demkî piştî 4 mehan û ji bo yên domdar jî piştî 6 mehan doz nayên vekirin. Qanûneke wiha heye. Lê li vê derê ev yek hatiye paşguhkirin. Li gel ku bi ser weşanên demkî re 4 meh derbasbûne jî doz hatiye vekirin. Li bajarê ku rojname lê tê derxistin yek ji wan dabûn dozger û belgeya hatiye wergirtin hat standin. Em dixwazin ku ev yek weke muzekkere bo dozgeriya Kuçukçekmeceyê bê nivîsandin û belgeya hatiye wergirtin li îdianameyê bê zêdekirin.” 
 
DANIŞÎN TALOQ KIRIN 
 
Şandeya dadgehê beyî ku navberê bide biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re muzekkere bê nivîsandin û ji bo lêkolînkirina dosyaya bi dîroka 2107 mînakeke wê li ser UYAP’ê jê were xwestin, ji bo Dozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê muzekkere bê nivîsandin û belgeya hatiya wergirtin li îdianameyê bê zêdekirin û ji bo mutalaayê jî dosya ji dozgeriyê re bê şandin. Dadgehê, danişîna dozê taloqî 31’ê çileya 2023’yan kir.