Navçeya Geverê di bin mij û moranê de ma

  • rojane
  • 15:31 29 Mijdar 2022
  • |
img
COLEMÊRG -  Li Geverê ji ber hewaya sar xelkê navçeyê komirê dişewitîne û ev li navçeyê bû sedema hewayek qirêj. Navçe di bin mij û moranê de maye û çav çavan nabîne. 
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî barîna berfê di 26 û 27’ê mijdarê de hewaya sar û mij bandora xwe ya neyînî nîşan dide. Ji ber mij li hin cihên navçeyê çav çavan nabîne û mesafeya dîtinê daketiye 10 metreyan. Seatên serê sibehê mij bandorek neyînî li ser şofêran kir. Mij ber bi seatên nîvro ve kêmtir bû. Lê hewaya sar her ku diçe bandora xwe zêdetir dike. 
 
Her wiha ji ber hewaya sar, xelkê navçeyê xwe bi komirê germ dike û dûkêla komirê jî bandorek neyînî li ser hewaya navçeyê dike. Navçe ji bilî mijê di bin dûkêla komirê de ma. Ji ber sir û seqemê darên li navçeyê jî xûs girtin.