Di lêpirsîna Enqereyê de 13 jin hatin binçavkirin

  • rojane
  • 16:15 29 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Di lêpirsîna li dijî TJA’yê de bi ser gelek malan de hate girtin û 13 jin hatin binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi ser 57 malên li Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê de hate girtin. Endamên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nav de derbarê 50 jinan biryara binçavkirinê hate dayîn. Lêpirsîn xwe dispêre beyanên şahidên veşartî û eşkere, raporên MASAK’ê û encamên lêkolînên materyalên dîjîtal ên ku berê di serdegirtinan de hatibûn desteserkirin.
 
14 JIN HATINE BINÇAVKIRIN
 
Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Dîdar Çeşme, Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, li Stenbolê Leyla Denîz, Pinar Ceylan û Yelîz Ayyildiz Kiyak, li Îzmîrê D.A. û li Mûşê jî Merve Tekîn Demîrel hatin binçavkirin. Hat zanîn ku jinên li Amedê hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Amedê têne ragirtin.
 
Derbarê lêpirsîna ku biryara nepeniyê hatiye dayîn de ji parêzeran re tu agahî nayên dayîn.