Li Edeneyê 8 kes hatin berdan

  • rojane
  • 16:30 29 Mijdar 2022
  • |
img
EDENE - Ji kesên li Edeneyê di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 3 jê zarok bi giştî 8 kes hatin berdan. 
 
Di encama serdegirtinên malan ên di 26’ê mijdarê li Edeneyê de 3 jê zarok bi giştî 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî ku kar û barên îfadegirtinê yên li midûriyeta emniyetê, sewqî Edliyeya Edeneyê hatin kirin. Her 8 binçavkirî jî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê ya Edeneyê hatin kirin. Dadgeriyê her 8 binçavkirî jî bi şertê kontrola edlî berdan.