Ji bo bajarên Kurdistanê hişyariya berf û baranê

  • rojane
  • 16:40 29 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna zêde ya berf û baranê hat kirin. 
 
Navenda Analîz û Texmînan a Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî kir û got ku li bendê ne gelek berf û baran bibare. Di hişyariyê de wiha hat gotin: “Îro di saetên êvarê de dê li navçeyên başûrê Amed û Êlihê û derdora bajarên Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê baraneke zêde bibare. Sibe saetên nîvro dê li Rihayê û di saetên êvarê de jî li seranserî herêmê baraneke zêde bibare. Li deverên ser bilindahiya 160 m’yê yên rojhilatê Şirnexê û Colemêrgê dê şilopeyeke zêde bibare. Ev yek dê bike ku rê bicemidin û di veguhestinê de astengî derkevin. Divê li dijî lehî û reniyan tevdîr werin girtin.”