OHD’a Şirnexê ji bo hevditina bi Ocalan re serî li Baroya Şirnexê da

  • rojane
  • 17:11 29 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - OHD'ê ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin re hevdîtinê pêk were, serî li Baroya Şirnexê da.
 
Ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Şirnexê 13 parezeran ji bo ku bi  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F’yê dimînin re hevdîtin pêk bînin serî li Baroya Şirnexê dan.
 
‘TU AGAHÎ NAYÊ GIRTIN’
 
OHD’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di serlêdanên ku hatine kirin bê encam mane û wiha got: ”Weke ku tê zanîn birêz Abdullah Ocalan û girtiyê bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê girtin. Tevî hemû hewldan salekê zêdetire ku tu agahî nayê girtin."
 
‘JI BO KU ERKA PAREZERIYÊ PÊK BÎNIN’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ku qedexeya hevdîtina li Îmraliyê bê rakirin hewledanên gelek cidî hatine dayin û wiha hat gotind: "Ji bo têkoşîna me ya rewa ya li dijî tecrîd û qedexeya parêzeran a li ser birêz Ocalan û  sê girtiyan  tê ferzkirin bi biryardarî erka Baroyan bi bîr dixînin û dibêjin, Bi dawîkirina şert û mercên giran ên tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, rakirina destnedana parêzeran, misogerkirina mafên muwekîlan û qanûnên navneteweyî. Ji bo ku em erka parêzeriyê bi cih bînin me serlêdan kirin." 
 
BANG LI BAROYAN HAT KIRIN 
 
Di daxuyaniyê de ev bang li baroyan hat kirin: "Birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku bi salane di girtîgehê de ne û destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, hemû hewldanên hiqûqî yên parêzeran hatine astengkirin. Her wiha serlêdanên saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û rêxistinên sivîl bê encam mane. Em bang li hemû Baroyan û di serî Baroyên Tirkiyeyê  dikin  ku erka xwe ya parêzeriyê pêk bînin û mafê muwekîlan biparêzin.”