Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe

  • rojane
  • 15:26 17 Îlon 2025
  • |
img
AMED - Nevzat Demîr ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê birayê xwe bibe. Lêbelê bi hinceta “cendirme nikarin ewlehiyê biparêzin” ev daxwaza Demîr hate redkirin. 
 
Nevzat Demîr (54) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê birayê xwe Vedat Demîr (52) bibe. Demîr, di 11’ê Îlonê de li Almanyayê li nexweşxaneyekê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîr, di 16’ê Îlonê de anîn Xarpêtê. Nevzat Demîr, ji bo tev li merasîma cenazeyê bibe, di 15’ê Îlonê de serî li midûriyeta girtîgehê da. Serlêdan, bi hinceta “cendirme nikarin ewlehiyê biparêzin” hate redkirin. 
 
Cenazeyê Vedat Demîr duh li gundê Aksarayê yê navçeya Xarpêtê hate definkirin. 
 
MALBATÊ BERTEK NÎŞAN DA
 
Endamên malbatê jî bertek nîşan dan û gotin: “Li gel ku biqasî 15 deqeyan dûr bû jî hinceta ‘cendirme nikarin ewlehiyê biparêzin’ nîşan dan. Ev nayê qebûlkirin. Li rexekî behsa aştiyê dikikn li rexa din jî nahêlin em êşa xwe parve bikin. Ev yek, hêviya me dişikîne.” 
 
TEHLIYEYA WÎ HATE TALOQKIRIN
 
Demîr, di sala 1995’an de bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate darizandin û cezayê muebbedê lê hate birîn. Diviyabû Demîr di Adarê de bihata berdan lê tehliyeya wî bi hinceta cezayê hucreyê hate dirêjkirin.